Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye 2022-06-15 12:54:37   ÎZMÎR - Seroka nû ya EFJ’ê Maja Sever diyar kir ku binçavkirina rojnamevanên li Amedê binpêkirina azadiya çapemeniyê ye û ew ê li dijî zextan di nava piştevaniyê de bin.    Li Amedê di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kesên di serdegirtina malan û kargehên çapemeniyê de hatibûn binçavkirin. Xebatkarên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG), Rojnameya Xwebûn, JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) jî di nav de 22 kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê karûbarên binçavkirina wan qediya û vê sibehê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.      DÊ MEDYAYA SERBIXWE DESTEK BIKIN    Seroka Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFJ) Maja Sever a ku nû hat bijartin bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanên kurd da. Sever destnîşan kir ku demek dirêje li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê pêk tên û haya wan ji vê yeke heye û wiha got: “Ez zextên li ser rojnamevaniyê yên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînim. Di têkoşîna me ya heta niha de me azadiya çapemeniyê parast. Em ê ji niha şûn ve jî hin bêtir piştgiriyê bidin azadiya çapemeniyê. Wê di demên pêş de ji bo medyayek serbixwe û wêrek xebatên me hebin. Em ê piştgiriya rojnamevanên li Tirkiyeyê bikin.”   PEYAMA PIŞTEVANIYÊ    Sever anî ziman ku binçavkirina 20 rojnamevanên kurd binpêkirina azadiya çapemeniyê ye û got: “Di konferansa me de jî derbarê rojnaemvanên di binçavan de rapor hat dayîn. Ez di wê ferqê de me ku pêvajoyek zehmet heye. Armanca hebûna me ya li vir ew e ku em rojnamevanan biparêzin. Em ê di vî warî de bi rojnamevanan re danûstandinê bikin û piştevaniya wan bikin.”