Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin 2022-06-15 11:57:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta tirk 2 caran bombe li avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê barandin.    Balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta tirk 2 caran bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê barandin. Li gorî nûçeya Rojnewsê di dema qelebalixa gel a li nava avahiyê û derdora wê de êriş pêkhat. Rojnewsê diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê yên peyamnêrên wan ji cihê bûyerê dane, ji derveyî welatiyên ku li nava avahiyê, dikandar û welatiyên li nêzî cihê bûyerê jî bandor bûne. Her wiha hate gotin ku, di encama êrîşê de birîndar hene, lê heya niha nayê zanîn kesê/î jiyana xwe ji dest daye an na.   Piştî bûyerê xelkê herêmê berê xwe dan avahiyê û dest bi rizgarkirina birîndar û kesên ji êrîşê bandor bûne kirin.