'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne' 2022-06-15 09:10:56   AMED - Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî destnîşan kir ku çapemeniya azad bûye pencereya gelê kurd û cîhanê û got: "Desthilat ji ber ku çapemeniya azad bîad nake êrişê dibe ser wê."   Di 8’e Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnamevan Omer Çelîk, Zeynel Abîdîn Bûlût, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram û her wiha welatiyên bi navê Îhsan Ergulen û Feynaz Koçûk hatibûn binçavkirin. Piştî 7 rojan kar û barên îfadeya rojnamevanan a li midûriyeta polîsan bi dawî bû û tê payin îro sewqî edliyeyê bên kirin.     Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û stranbêj Azad Bedran bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan û xwestin demildest rojnamevan bên berdan.    ‘ÇAPAMENIYA AZAD BÛ PENCEREYA GELÊ KURD Û DINYAYÊ’   Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî bi lêv kir ku dewlet hemû nirxên gelê kurd hedef digre û derbarê binçavkirina rojnamevan de got: “Çapameniya azad ji salên 90’î vir ve ji bo gelê kurd û hemû dinyayê bûye wekî pencereyekê. Çapameniya azad rastiyê derdixe holê û tarîtiyê ronî dike. Desthilatdar jî ji ronahiyê ditirse. Lewma êrişê dibe ser çapameniya azad. Desthilatdar êrişê dibe ser çand, huner, ziman û hemû nirxên gelê kurd. Ev hemû jî bi têkoşîna gelê kurd a 45 salan re bi dest ketine. Çapameniya azad jî ji salên 90’î vir ve bûye nirx û rûmeta gelê kurd. Lewma dewlet êrişê dibe ser vî nirxê gelê kurd."    ‘JI BER RASTIYAN...'   Ronî destnîşan kir ku pênûsa rojnamegerên çapameniya azad dê li erdê nemîne û wiha berdewam kir: “Wekî di dirûşmeya çapameniya azad de jî tê gotin, tu car rastî di taritiyê de namînin û israra heqîqetê wê berdewam bike. Gelê kurd wekî nirxekî xwe yê neteweyî li çapameniya azad dinêre. Çapemeniya ku ji wan re bîad kir jixwe teslîm hatiye girtin, lê çapameniya azad ji ber ku ji wan re bîad nake êrişê dibin ser."   ‘HIŞMENDIYA DEWLETÊ YA SALANE’   Hûnermend Azad Bedran jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da û got ev dijminatiya dewletê ya bi salan a li hemberî gelê kurd. Bedran bilêv kir ev hişmendî di salên 90'î de jî hebû û wiha pêde çû: "Nijadperestiya dewletê hê jî neqediyaye. Rojnamegerên kurd jî ji bo rastîyê ragihînin û ji bo gel dixebitin. Ji ber vê jî dewlet dixwaze wan asteng bike. Di encema vê hişmendiyê de niha 21 rojnamegerên kurd di binçavan de ne.”   GAVA BEHS DIBE KURD HEMÛ DIBIN YEK   Bedran di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengbûna "çapemeniya muxalîf" jî û got: “Dema mesele dibe kurd, hemû dibin yek. Ji ber wê jî her çi qas kêm deng derketibe jî çapemeniya ku ji xwe re dibêje muxalif li hemberî van binçavkirinan bêdeng ma. Çawa ku dema mijar dibe kurd hemû dibin yek, divê kurd jî bibin yek. Lê gava li cihekî zilm hebe, divê mirov li ber vê zilmê bêdeng nemîne. Desthilatdar jî ji ber ku dibîne rojnamegerên kurd rojeva Tirkiyeyê diyar dikin, lewma êrişê dibe ser çapemeniya azad."    Bedran xwest demildest rojnamevanên 8 roj in di binçavan de ne bên berdan.