‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’ 2022-06-15 09:04:58   ŞIRNEX - Fadîle Malgaz ku ji ber zilma dewletê 3 caran koçber bûye destnîşan kir ku ew 42 sal in di bin zilma dewletê de ne û got: “Dewletê xaniyên me hilweşandin, şewitandin, em îşkence kirin, lê dîsa jî me dest ji doza xwe berneda.”   Bi hezaran kurd ji ber polîtîkayên înkarkirin û çewisîner ên dewletê ji bêgavî terka warên xwe kirin û koçber bûn. Ji van malbatan yek jê jî malbata Fadîle Malgaz a 58 salî ya li Hezexa Şirnexê ye. Malbata Malgaz heya niha gelek caran hatiye koçberkirin, lê dîsa jî li ber hemû tahdeyê li ber xwe daye û ji têkoşîna xwe tawiz nedaye.    3 CARAN KOÇBER BÛNE   Malgaz bi eslê xwe ji gundê Sahonê ya girêdayî navçeya Perwarî ya Sêrtê ye. Fadîlê piştî ku di 12 salîya xwe de dizewice li gundê Çemê Karî yê Perwariyê bi cîh dibe. Li vê derê zilm û zordestiya li ser malbatê dest pê dike. Di vê pêvajoyê de cerdevantî li kurdan tê ferz kirin û yê ku li ber vê radibin jî ji bêgavî ji gundê xwe koçber bibin. Malbata Malgaz jî di van salan de rastî êrîş û zilma dewletê tê û xaniyê wan ji hêla dewletê ve tê hilweşandin.    Malgaz wiha behsa wan salan kir: “Me li gund debara xwe bi sewalkariyê dikir. Wê çaxê li herêmê pêvajoyek nexweş hebû û li her derî pevçûn hebûn. Îşkence li kurdan dihat kirin. Li malbata me jî gelek îşkence hat kirin. Dewletê xaniyên me hilwêşandin û pezên me kuşt. Ji ber zilma wan em neçar man ku biçin gundekî din. Lê dîsa jî me bela xwe ji me venekir û zilma xwe berdewam kir. Bi vî şiklî em 3 caran ji gund hatin koçberkirin û her carê jî xaniyên me hilweşandin û şewitandin.”   ‘42 SAL IN EM DI BIN ZILMA DEWLETÊ DE NE'   Malgaz di berdewamiya axaftina xwe de daxuyand ku ji ber ku cerdevantî qebûl nekirine tu zilm nemaye li wan nehatiye kirin. Malgaz destnîşan kir ku dewlet 42 sal in zilmê li wan dike û got: “Ji bilî Dewleta tirk tu dewleteke ku ew qas zilmê li ser gelekî bike nîn e. Hemû amûr û cureyên îşkenceyê li ser kurdan dihat ceribandin. Di îşkenceyê de 7 diranên tiyê min ji kokê rakirin. Her wiha li ser berfê îşkence li zarokên wan kirin. 3 mehan avêtin ser mala wan û û hemû pezên wan ser jê kirin. Dû re ji ber zilma dewletê em hatin Banê Xanî ya milê Cizîrê. Wê çaxê jî du tiyên min hatin girtin. Axir em gelek perîşan bûn. Ji ber vê zilmê em vê gavê hatin Hezexê bi cîh bûn.”   XANIYÊ WAN ŞEWITANDIN   Zilma li ser malbata Malgaz tenê ne di salên 90'î de, di salên 2000'î de jî dewam kiriye. Bi taybetî piştî ku kurê wê Nîhat Malgaz tev li nava refên PKK’ê dibe û di 2’yê Hezîrana 2016’an de li Hezexê jiyana xwe ji dest dide zilm û zordestiya li ser malbatê carek din gur dibe. Malgazê anî ziman ku di pêvajoya qedexeya derketina derve de jî tim bi ser mala wan de hatiye girtin û wiha got: “Kurê min Nîhat Malgaz li dijî vê zilmê tevlî PKK’ê bû. Nîhat di 2’yê Hezîrana 2016’an de piştî qedexeyê li gel hevalekî xwe şehîd ket. Ji bo ku cenazeyê kurê xwe wergirim ez çûm 3 bajaran û min cenazeyê wî wergirt. Piştî şehîdbûna kurê min, dewletê dîsa zilma xwe zêdetir kir û tim avêt ser mala me. Xaniyê me şewitandin. Nehiştin em tiştekî xwe jî jê derxin. Xwestin em ji vir jî derkevin, lê me ew xaniyên hatin şewitandin ji nû ve ava kirin."    ‘ME NEGOT BES'   Malgaz diyar kir ku tevî ev qas zilm û zordariyê hê jî li ser doza xwe ne û wiha domand: “Çi kirin nekirin dîsa jî me des ji doz û daweya xwe berneda. Me gelek rezîlî û pêrîşanî dît. Lê li dijî vê zilm û zordestiyê me her tim li ber xwe da. Kurê min di vê rêyê de şehîd ket. Em pê serbiilnd in. Heya ku em sax bin em li pey doza wan in. Xwedê ji neheq û zalim û bêbextan re jî nehêlîne. Xwezî me bidîta ku ew mît û sixûr ji ser van erdan bihatana hilweşandin.”   NERAZÎBÛN   Malgaz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê jî û got: “Bang li Barzanî û pêşmergeyan dikim. Bila dilê wan hîç xweş nebe. Ava serê wan dikelije. Çavên tirkan li cihê wan e. Bila nebêjin em kurdan diqedînin. Hîç kurd naqedin wê Barzanî bi xwe biqede.”