Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin 2022-06-15 09:00:49   AMED - Malbatên rojnamevanên ku 8 roj in di binçavan de ne, diyar kirin ku xizmên wan dê ji vê rêya rast paş de gav neavêjin û ji bo piştevaniyê bang kirin.    Îfadeya li midûriyeta polîsan a 20 jê rojnamevan 22 kesên di 8'ê Hezîranê de li Amedê di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin temam bû. Tê payin îro sewqî edliyeyê bên kirin. Hulya Orûç a hevjîna edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Gulîstan Bûlût a hevjîna rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût anîn ziman ku hevjînên wan ji ber karê xwe hatine binçavkirin û bertek nîşan dan.    TAHDE Û HEQARET   Hulya Orûç, ragihand ku di 8'ê Hezîranê de şeveqê zû polîsan avêtiye ser mala wan û di avêtina ser malê de polîsan tahde û heqaret li wan kiriye. Orûç wiha axivî: "Lê me li ber van liv û tevgerên tehrîkkar bi xwînsarî hereket kir. Ger ne wisa bûna dibû ku tiştên xirab jî biqewimin. Ger hiqûq hebûna dê rojnamevan roja hatin binçavkirin bihatan berdan û li mala xwe bûne. Bi rojan e em nizanin bê ka bi çi tên tawanbarkirin."    Orûç destnîşan kir ku divê hemû hevpîşeyên rojnamevanên binçavkirî bertek nîşanî vê binçavkirinê bidin û got: "Rojnamevanek gava tê binçavkirin û di binçavan de pîşeya wî, zimanê wî û dînê wî têkeve ber lêpirsînê sibê dê dor bê wan jî. Rojnamevanên hatine binçavkirin, ji ber ku rastiyên li herêmê ragihandine hatine binçavkirin."    ROJNAMEVANÊN BI RÛMET   Orûç bilêv kir ku rojnamevanên di binçavan de rojnamevanine birûmet in û li her derî li ser neheqiyan sekinîne û wiha got: "Rojnamevanine birûmet in. Dê qethiyen tepisandinê jî qebûl nekin. Lê piştgiriyeke birêxistinkirî jî tune ye. Ne ji rojnamevanan be dê haya me ji tiştekî tune be û em ê bi gelek tiştan nizanibin. Lewma ewilîd ivê her kes xwedî li rojnamevanan derkeve."    DEST DANÎN SER SAETA DÎWAR   Gulîstan Bûlût, hevjîna rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût jî diyar kir ku di avêtina ser malê de polîseke jin bi tundî nêzî wan bûye û got: "Nêzî 3 saetan li malê geriyan. Dest danîn ser hin pirtûkan. Komputer, flaş belek, du saetên dîwaran û û hin pirtûk birin."   Bûlût bilêv kir ku hevjînê wê 10 sal in di çapemeniya azad de dixebite û wiha got: "Gelek caran hat binçavkirin û girtin. Lê dê tu carî dest ji rêya heqîqetê bernede. Çi qasî didin dû heqîqetê ew qasî jî bi çewisandinan re rû bi rû dimînin. Çi dibe bila bibe dê hevjînê min dest ji vê rêya rast bernede. Em malbata wî tim li cem wî ne û piştgiriya wî dikin."    ‘HÛN ÇIMA BI KURDÎ DIAXIVIN?'   Bûlût bilêv kir ku di dema avêtina ser malê de ji ber ku bi kurdî bi hevjînê xwe re axiviye polîsan ji wan re gotiye "Çima hûn bi kurdî diaxivin?" û got: "Ji ber ku me bi zimanê xwe bi hev re xeber da, li zora polîsan çû. Ên avêtine ser mala me ew in, bi ser de jî ji ber ku me bi zimanê xwe bi ehv re xeber da bertek nîşan dan. Ev li zora min çû. A rast me tune dihesibînin û înkar dikin. Armanca wan tunekirian ziman û çanda me ye. Lê wê bi ser nekevin."    MA / Mehmet Guleş