Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin 2022-06-15 08:44:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Kurd Leyla Delîl Saraç a ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê hatibû berdan, bi hinceta înfaza wê hatiye betalkirin li Îzmîrê hat binçavkirin. Saraç pişt re hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê.    Nivîskara Kurd Leyla Delîl Saraç di 25'ê Cotmeha 2021'ê de cezayê wê qediya bû û ji Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Saraç, piştî 8 meh an ji ber biryara girtina wê hebûye, li Balafirgeha Îzmîrê hat binçavkirin.   JI BER ÎNFAZA WÊ ŞEWITANDIN HATE GIRTIN   Saraç, bi îdiaya "endamtiya rexistinê" di sala 2015'an de hatibû girtin û pişt re bi heman hincetê 7 sal ceza lê hatibû birîn. Saraç a 5 sal û 8 mehan girtî mabû, di 25'ê Cotmehê de hatibû berdan. Saraç piştî 8 mehan bi hinceta "9 cezayên wê yên hucreyê hene" înfaza wê hat şewitandin û hat girtin. Saraç a demekê di bin çavan de ma û piştre derket edliyeyê ji aliyê dadgehê ve bi hinceta înfaza wê hatiye betalkirin hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê. Saraç, wê salek û heft mehan di girtîgehê de bimîne.