Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin 2022-06-14 15:44:21 STENBOL - Danişîna doza Şebnem Korûr Fîncanci, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglû ku ji ber piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn tên darizandin, hate taloqkirin.    Derheqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn de, bi hinceta ku rojekî Gerînendetiya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn (Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin), bi îdiayên ‘Propagandaya rêxistinê’, ‘Bi awayekî vekirî ji bo sûc xelk sor kiriye’ û ‘Pesindayîna sûc û sûcdar’ doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku li Edliyeya Çaglayanê ye hat dîtin. Di danişîna dozê de Erol Onderoglu û parêzer amade bûn. Hate dîtin ku endamê şandeya dadgehê Mûrat Bîrcan ê di Doza Geziyê de derketibû holê ku bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’ê bû, tev li danişînê nebû.    Dadgehê diyar kir ku îfadeyên Fîncanci û Onderoglû hatine wergirtin û mafê axaftinê da dozgeriyê.  Dozgeriyê xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dadgehê da zanîn ku diviyabû îfadeyê Ahmet Nesîn ku niha li Fransayê dijî bi rêya îstînabê bihata girtin. Dadgehê ji ber vê yekê biryar da ku li benda encama biryara derbarê Nesîn de hatiye dîtin bimînin.    Dadgehê danişîn taloqî 19’ê Cotmehê kir.