Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon 2022-06-14 15:11:13   ENQERE - Komeke ku bi alên tirk anîn pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê, provokasyon derxist û heqaret li HDP'iyan kir û gef li wan xwar.    Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê di bin çavdêriya polisan de provokasyona hat derxistin. Dema ku komcivîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar berdewam dikir, komek provokator di bin çavdêriya polisan de bi tacaguleke reş û alên tirk hat pêşiya HDP'ê û heqaret li HDP'iyan kir û gef li wan xwar.      HDP'IYAN BERTEK NÎŞAN DA   Çapemeniya alîgir a nêzî hikûmetê ji bi komê re hat pêşiya HDP'ê. Polisan Navenda Giştî ya HDP'ê ya bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û dora komê jî girtin. Ji komê kesek ev gef li HDP'iyan xwar: "Li xwe baldar bin dibe ku em şevek ji nişke ve bên."  HDP'iyan bertek nîşanî koma provokator da û bi strana hilbijartinê ya HDP'ê wê şermezar kirin. Piştî belavbûna komê Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Feleknaz Ûca, bertek nîşanî polisan da û ji wan re ev tişt got: "We anî û we kir."   POLISAN GEF XWARIBÛ   Herî dawî di 5'ê gulanê de dîsa komek hatibû pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê û xwestibû tacagulek deyne pêşiya HDP'ê û daxuyanî bide. Dema ku parlamenterên HDP'ê bertek nîşanî rewşê dabûn polisan bi gotinan û awayekî fîzîkî êrişî wan kliribûn. Polisan asteng kiribû ku Berdevka HDP'ê Ayşe Acar Başar daxuyanî bide. Amîrekî polisan ji Başaran re gotibû, 'Zarokên van li kuder in bibêjin'. Li ser vê Başaran jî bavê xwe ku di salê 1990'î de di cinayetên faîlên wan ne diyar de hatibû kuştin bi bîr xistibû û ev tişt gotibû: "Biçe kujerê bavê min jî bipirse." Li ser van gotinên Başaran amîrê polisan heqaret lê kiribû û jê re ev tişt gotibû: "Ez ê te bi dûwar ve bizmar bikin."