Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan 2022-06-14 15:04:52   DÊRSIM - Rojnamegerên li Dêrsimê bertek nîşanî binçavkirina 20 rojnamegerên li Amedê hatine binçavkirin dan û xwestin hempîşeyên wan bên berdan.    Li Dêrsimê Rojnamegerên li Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA), Rojnameya Perperîk, Rojnameya Patîka û Dersîm Haber de dixebitin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Qada Seyît Riza, bertek nîşanî binçavkirina 20 jê rojnameger 22 kesên li Amedê bi serdegirtina malan de hatine binçavkirin dan. Partiyên siyasî yên muxalîf ên Dêrsimê û saziyên sivîl ên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn.    Nûçegihanê PÎRHA'yê Cîhan Berk ku li ser navê rojnamegeran di daxuyaniyê de axivî, "kanûna sansurê ya nû" bi bîr xist û wiha got: "Kevneşopiya Çapemeniya Azad ji van zext û binçavkirinan re ne biyanî ye. Lê bi tu awayî serî li dijî van zextan netewand. Em bangê li hemû rojnamegeran dikin ku xwedî li karê xwe derbikevin û piştgiriyê bidin rojnamegeran. Em ji bo hempîşeyên xwe yên bi rojane di bin çavan de ne carekî din bang dikin; Rojnamegeran berdin, rojnamegerî ne sûc e."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin" bi dawî bû.