Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê 2022-06-14 14:55:17   COLEMÊRG - Hat diyarkirin cerdevanên ji bo êrişê birine Herêma Kurdistanê li Derelûk û Amedeiyê hatine rawestandin û bi armanca piştgiriyê 20 leşker jî ji Enqerê sewqî herêmê kirine.    Êrişa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi piştgiriya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin didome. Ji ber vê êrişê li Colemêrgê jî liv û tevgera leşkerî ya hewayî heye. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, cerdevanên ji bo êrişê ji Colemêrgê birine Zapê ji ber ku tu encam bi dest nexistine wan li herêma Dêrelûk û Amediyê bi cih kirine. Her wiha tê gotin ku ji bo piştevaniya cerdevanan 200 leşkerên Hêzên Taybet jî bi navê "Tîma Şerker" ji Enqerê birine herêmê.