‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’ 2022-06-14 14:45:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Nûçeya Ajansa Firatê ku têkildarî êrişên du meh in li Herêma Kurdistanê didomin derbas kir de, li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna 985 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 3 helîkopter hatine xistin.    Êrîşên ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin di meha 2’yemîn de ye. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) têkildarî êrişên ku du meh in didomin derbas kir de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê 985 leşkeran jiyana xwe ji dest dane, 3 helîkopter hatine xistin û tankek hatiye îmhakirin. Di nûçeyê de hate destnîşan kirin ku qadên ku behsa wan tê kirin 779 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin.    ‘ARTÊŞ XETIMIYE’   Di nûçeya ku têkildarî encama pevçûnên di navbera 14’ê Nîsan û 14’ê Hezîranê hatiye derbaskirin de, hate gotin ku tevî Tirkiyeyê hemû çekên qedexekirî bikartîne jî negihiştiye armanca xwe.    ‘LI GELEK HERÊMAN ÇALAKIYÊN BI BANDOR HATIN KIRIN’   Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di encama êrişên Tirkiyeyê de 58 gerilayên HPG’ê û YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dane û hate gotin ku qadên parastina medyayê 2 hezar û 65 caran ji aliyê balafirên şer ve û hezar û 493 caran jî ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombebarankirin.