Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin 2022-06-14 14:26:02   ÎZMÎR - Di Civata Giştî ya EFJ’ê ku li Îzmîrê hat lidarxistin de cara yekem jinek wek serok hat bijartin.    Federasyona Rojnaemvanan a Ewropayê (EFC), Civata Giştî ya 12'emîn li Fabrîkaya Havagazi ya Dîrokî ya Îzmîrê li dar xist. Civata ku ev du roj bû didomiya îro bi hilbijartinê bi dawî bû. Civatê bi dengdayîna pêşniyazan dest pê kir.    BERTEK NÎŞANÎ BINÇAKIRINA ROJNAMEVANAN DA    Endamê Rêveberiya Basin Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Alî Ergîn Demîrhan di Civatê de axivî û bal kişand ser rewşa 20 rojnamevanên di 8’ê Hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin û wiha got: “Tirkiye dikeve pêvajoyek nû ya hilbijartinê. Beriya her bijartinê li dijî kurdan zext dest pê dikin. Kêliya ku balafirên şer rabûn sansûrê jî dest pê kir. Her wiha bi vê qanûna dawî ku anîn re bi vê sansûrê dixwazin zextan rewa bikin. Em li dijî van zextan, binçavkirinan û sansûrê li benda piştevaniyê ne.”    Pêşniyaza piştevaniyê ya Demîrhan bi piraniya dengan hat qebûlkirin.    SEROKA JIN HAT BIJARTIN    Ji bo rêveberiyê hilbijartin pêk hat, di hilbijartinê de rojnamevana ji Hirvatistanê Maja Sever bi ser ket. Maja Sever bû yekemîn seroka jin a EFJ’ê. Rojnamevan Mustafa Kulelî jî ji Tirkiyeyê bi 77 dengan ji bo Cîgiriya Serokatiya EFJ’ê hat bijartin.