Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir 2022-06-14 14:00:23   STENBOL - Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de kêliya ku dihat binçavkirin ji aliye polîsan ve hat birîndarkirin, derbarê polîsan de gilî kir.    Li navçeya Kadikoya Stenbolê girseyek mezin xwest biçe Gemlikê û tev li Meşa Mezina Gemlikê bibe. Polîsan êrişî meşe kiribû û 70 kes binçav kiribû. Reşat Ayata jî di kêliya binçavkirinê de di encama tundiya polîsan de birîndar bûbû.    Ayata ji serê xwe birîndar bûbû û li gel vê yekê jî wî kelemce kirine û birine midûriyeta polîsan.    8 KÊL AVÊTINE SERÊ WΠ   Ayata diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê tedawiya wî hatiye kirin û 8 kêl li avêtine serê wî. Ayata da zanîn ku tevî zextên polîsan jî wî rapora birîndarkirina xwe ji doktor sitendiye û polîsan li wan îşkenceyê kiriye.    GILIYÊ ÎŞKENCEYÊ KIR    Ayata destnîşan kir ku hê jî tedawiya wî didome, li gel vê yekê jî serê wî diêşe û bi tevî parêzerê xwe ve çûye dozgeriyê giliyê polîsan kiriye.