Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin 2022-06-14 13:46:54   AMED - Yek ji xizmên girtiyan Încî Guler diyar kir ku girtiyên ku cezayên wan xelas dibe nayên berdan û wiha got: “Girtî, di nava çar dîwaran de ne û zilmeke mezin li wan tê kirin. Weke xizmên girtiyan em vê zilmê qebûl nakin.”    Xizmên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan, di roja 211’an de jî berdewam kir. Xizmên girtiyan îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin ba hev û daxwazên xwe dubare kirin. Endam û rêveberên MEBYA DER, MED TUHAD-FED, TUAY-DER, DBP û parêzerên OHD’ê jî piştgirî dan çalakiyê.    Xwîşka girtiyê nexweş Abdullselam Guler ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, Încî Guler di çalakiyê de got ku ev 7 meh in çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li pêşiya edliyeyê, Saziya Tipa Edlî (ATK) û girtîgehê didomînin. Guler, da zanîn ku tekane daxwaza wan ew e ku girtiyên nexweş û yên ku cezayên wan xelas bûyî bên berdan. Bi domdarî jî Guler ev tişt anî ziman: “Girtiyên me ev 30 sal in di girtîgehê de ne û cezayê wan xelas bûye. Lê belê nayên berdan. Girtî, di nava çar dîwaran de ne û zilmeke mezin li wan tê kirin. Weke malbatên girtiyan em vê zilmê qebûl nakin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.