Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin 2022-06-14 11:19:40   Îzmîr - Abdurrahman Azîz Arslan bi awayekî kêfî li Girtîgeha Kirklarê ya Tipa F'yê di hucreyekî de tenê tê ragirtin. Daxwaznameyên Arslan yên ji bo ku derbasî qawîşa 3 kesî bibe jî tên piştguhkirin.    Girtîgeha Kiriklara Bûcaya Îzmîrê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê ku bi binpêkirina mafan ji rojevê dernakeve. Girtî bi pêkanînên kêfî re rûbirû dimînin. Girtiyan li dijî pêkanînên Gerînendeyê 1'emîn ê Girtîgehê Haydar Alî Ak 63 rojan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin û bi soza ku dê daxwazên wan bên qebûlkirin, greva birçîbûnê bi dawî kiribûn. Lê belê li girtîgehê zext zêdetir bûn.    Abdûrrahman Azîz Arslan ji Girtîgeha Bûrhaniye di meha nîsanê de sewqî Girtîgeha Kiriklara Bûcayê hatibû kirin û bi awayekî kêfî di hucreyekî de tenê tê girtin. Derbarê Aslan de îfadeyên "şahidê nepen" û delîlên dîjîtal sedem hatin nîşandan û 12 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Aslan heta niha bi dorê li Girtîgeha Sîlîvrî, Bandirma û Bûrhaniyeyê hatiye girtin. Arslan herî dawî jî şandin Girtîgeha Kiriklarê û li wir bi pêkanînên kêfî re rûbirû dimîne.    DAXWAZNAMEYAN NAGIRIN   Arslan di girtîgehên ku beriya niha tê de maye rastî pêkanînên qedexeyên pirtûk/kovar, piştgûhkirina pêdiviyên derman û revîrê, îşkenceyên fîzîkî û odeya bi singêr hatiye. Arslan herî dawî di 13'ê hezîranê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku ew hefteyekê di odeya bisingêr de maye û piştre 3 rojan cezayê hucreyê lê birîne. Arslan gelek caran ji bo ku derbasî hucreyên 3 kesî bibe daxwazname dane lê ev daxwazên wî tên pişguhkirin.    GILÎ KIR   Birayê Arslan, Uveys Arslan diyar kir ku tiştên ku tên serê birayê wî dij mirovî ne û wiha got: "Em ê derbarê midûrê girtîgehê de gilî bikin. Birayê min bi awayekî kêfî tenê tê girtin. Tevî ku ew sewq nexwestiye jî wî şandine Îzmîrê. Bi salan e birayê min ji me bi kîlometreyan dûr tê ragirtin. Dîsa em ê ji bo ku aqûbeta daxwaznameyên birayê min bipirsin ji Dozgerê Girtîgehê re daxwaznameyekê binivîsînin."