Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn 2022-06-14 10:38:08   RIHA - Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal ên ku 4 sal berê li navçeya Pirsûsê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, cara yekemîn li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal ên ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin, cara yekemîn li ser gorên xwe bi awayekî girseyî hatin bibîranîn. Bîranîn li Goristana Şaredariyê pêk hat. Malbata Şenyaşar, dikandarên cîranên dikana malbata Şenyaşar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.      Ferît Şenyaşar ê ku ji qetlîamê bi awayek birîndar rizgar bû û 4 sal in ji bo edaletê têdikoşe di bîranînê de diaxive.    Ji aliyê polisan ve hat xwestin ku ketina goristanê ya girseya ku ji bo bîranînê li pêşiya goristanê li hev civiya bê astengkirin. Polisan, tenê malbatê û parlamenteran girte goristanê û destûr neda welatiyên din bikevin goristanê. Malbat, parlamenter û nûnerên rêxistinên sivîl bertek nîşanî vê helwesta polisan da. Emîne Şenyaşar, got ku heta girseyê berî goristanê nedin wê serdana goristanê neke û li ber derî çalakiya rûniştinê li dar bixe. Piştî ku Emîne Şenyaşar nîv saet rûnişt polisan destûr da girse derbasî goristanê bibe. Girse heta ser gorên ferdên malbata Şenyaşar meşiya. Emîne Şenyaşar ji bo hevjîn û zarokên xwe lorand. Piştî ku girse li gora Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal gihîşt hev ji bo wan diayan kir.    HETA PÊKANÎNA EDALETÊ ŞÎN TUNEYE   Li ser navê malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku du hestan bi hev re dijîn û ev tişt got: "Ev her sê mirov di nav gaza îsotê de hatin veşartin. Îro dîsa nehatin jibîrkirin. Ji ber ku parlamenterê AKP'ê ye tiştek nayê kirin. Di serî de gelê Pirsûsê bi milyonan kes li doza me xwedî derketin. 4 sal in me şîna xwe dananiye. Dema ku edalet pêk were em ê şîna xwe deynin. Bila demildest edalet pêk were."   AYDENÎZ: EDALET DI BIN ERDÊ DE YE   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî bi lêv kir ku komkujiya li dijî malbata Şenyaşar li ber çavê raya giştî pêk hatiye û wiha got: "Li ber çavê dinyayê komkujiyek pêk hat. 4 sal derbas bûn û edalet pêk nehat. Ev jî nîşan dide ku edalet tuneye. Li Nexweşxaneya Dewletê edalet pêk hat. Emîne Şenyaşar ji bo herkesî edaletê dixwaze. Dayik ji bo hemû Tirkiyeyê li ber xwe dide. Edalet di bin erdê de divê em wê derbixin ser rûyê erdê. Em ê heta dawiyê li gel malbatê bin. Em sozê vê didin. Heta ku ji bo malbata Şenyaşar edalet pêk neyê wê demokrasî neyê welat. Ji bo ku em fatîhê bixwînin bi me re bazarê dikin. Herkes vê komkujiyê dizane. Em ê heta dawiyê di lêgerîna edaletê de bin."   Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Salîh Karataş jî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê axivî û bang kir herkes tev li Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar bibe.    Bîranîn bi danîna qurnefîlan a ser goristanan bi dawî bibe.