Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye 2022-06-14 09:01:10 AMED - Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyon ya Jimare 1 a Tîpa T'yê di roja 22'yan de didome. Hat diyarkirin ku heke daxwaz neyên qebûlkirin dê girtiyên din jî daxilî greva birçîbûnê bibin.    Li Girtîgeha Afyon a Jimare 1 a Tîpa T'yê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî desteserkirina amûran, ferzkirina nîzama eskerî û kiryarên kêfî yên îdareya girtîgehê ji 25'ê Gulanê ve didome. Hat hînbûn ku piştî 8 girtiyên di 25'ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê kirine, di 9'ê Hezîranê de du girtiyên ku navên wan nehat hînbûn jî daxilî grevê bûne.   Resûl Bîrkan, birayê girtî Yûsûf Bîrkan ê di greva birçîbûnê de, got: "Li girtîgehê hejmariya li ser pêyan, kiryarên dijî mirovahiyê hene. Dest danîne ser pirtûkên girtiyan, daxwaznameyên wan nayên qebûlkirin û xwarinê nadin wan. Daxwaza wan a ji bo sewqkirinê nayê qebûlkirin. Nameyan nadin wan. Girtî jî ji ber van pêkanînan ketine gerva birçîbûnê. Ji ber ku ketine grevê wan xistine hucreyên yekkesî."    Bîrkan diyar kir ku îdareya girtîgehê derbarê girtiyên di greva birçîbûnê de tu agahiyan bi wan re parve nake û got: "Gava em derbarê girtiyan de agahiyan dixwazin gardiyan ji me re dibêjin, 'em ne mecbûr in tiştekî ji we re bibêjin.' Gava em dibêjin 'Em ê li CÎMER'ê giliyê we bikin', dibêjin 'silavan li wan bike.' Li girtîgehan rewşeke bi vî rengî heye."    Bîrkan xwest îdareya girtîgehê rojek berî rojekê daxwazên girtiyan qebûl bike.    ‘GER DAXWAZÊN WAN NEYÊN QEBÛLKIRIN...'   Zeynep Ongullû, xwişka girtî Abdûllah Ongullû (45) ê 26 sal in girtiye, anî ziman ku nexweşîna bronşîtê û astimê bi birayê wê re heye û çavê wî yê çepê baş nabîne û guhê wî yê rastê jî jis edî 90 nabihîse. Zeynep Ongûllû, bi lêv kir ku birayê wê ragihandiye ku girtiyên di greva birçîbûnê de gotine ger daxwazên wan neyên qebûlkirin dê girtiyên din jî daxilî greva birçîbûnê bibin û wiha got: "Girtiyan gotiye, heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome."    Ji xeynî du girtiyên ku navên wan nehat hînbûn girtiyên di greva birçîbûnê de ev in: Rizgar Tûrhan, Cûmalî Yildirim, Mehmet Emîn Dal, Îsmaîl Çevîk, Cîhat Ograş, Firat Beyazer, Velat Kazanççi û Yûsûf Bîrkan".    MA / Cengîz Ozbasar