Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin 2022-06-13 21:48:51   STENBOL - Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Koray Turkay û Îsmaîl Temel ên di Meşa Gemlîkê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Duh li Kadikoyê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MEDê (MED TÛHAD-FED) ji bo rakirina rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî Meşa Gemlîkê hatibû lidarxistin. 25 kesên duh di meşê de hatibûn binçavkirin îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyea Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Dozgeriyê kesên binçavkirî bi "binpêkirina qanûna xwepşaêdan û civînan", berzkirina dirûşmeyn "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Zap, Avaşîn, Metîna silav li te gerîllah" tawanbar kir. Piştî îfadeya dozgeriyê 23 kes bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqi Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê 23 kes berdan.   Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Koray Tûrkay û endamê Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Îsmaîl Temel jî ji xeynî îdiayên navborî bi îdiaya "rabûna li ber polîsan" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ddageriya Ceza ya Sulyê ya 4'an Turkay û Temel bi heman îdiayê girt.