Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan 2022-06-13 17:04:35   BURSA - Hêzên Kedkar, Aştî û Demokrasiyê ji ber tundiya polîsan a di dema Meşa Gemlîkê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, daxuyanî dan û tundiya polîsan şermezar kirin.    Platforma Ked, Aştî û Demokrasiyê têkildarî êriş û binçavkirinên li Bursayê di dema Meşa Gemlîkê ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED’ê (ME DTUHAD-FED) ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî hat lidarxistin, daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’a Bursayê hate dayîn.    Di civînê de ji ewil endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê parêzer Cahît Kirkazak axivî û bertek nîşanî astengkirinên polîsan dan. Kirkazak, anî ziman ku ji bo çalakiyên siyasî mecbûr nînin destûrê ji desthilatdariyê bigirin û wiha domand: “Desthilatdarî xetekî li me ferz dike lê em qebûl nakin. Pirsgirêkên civakî yên Tirkiyeyê hene û divê bên çareserkirin. Dê perspektîfên me yên ji bo demokrasî, mafên mirovan, tecrîd, aborî, ekolojî û hwd. bidomin. Bi helwesta duh re me dît ku tu kevneşopiyeke vê dewletê nema ye. Rewşekî keyfî hebû. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE!   Piştre jî Nedîm Kirlar ê HDP’î axivî û ev tişt anî ziman: “Em tundiya polîsan şermezar dikin. Protesto, mafekî demokratîk e. Lê tevî vê yekê jî polîsan tundî kir û gelek kes binçav kirin. Gelek kesên li seranserî welat hatine binçavkirin hêj di bin çavan de ne. Divê tevek jî bên berdan. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê lê tevahiya gelên Tirkiyeyê tên tecrîdkirin. Em tecrîdê şermezar dikin. Em dixwazin ku tecrîd di zûtirin demê de were rakirin û bi Ocalan re muzakere bên destpêkirin.”    ‘BÊHIQÛQÎ YE’    Herî dawî jî Îbrahîm Dede yê HDK’î axivî û ev tişt anî ziman: “Li gelek deverên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê meş hatin kirin. Gelên me mafên xwe yên demokratîk bi kar anîn lê polîsan êriş kirin. Binçavkirinên heyî derhiqûqî ne. Ev êriş helwestek e û em vê helwestê rexne dikin.”