Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin 2022-06-13 16:50:40   STENBOL - Hat diyarkirin ku îşkence li kesên di Meşa Gemlîkê de hatine binçavkirin hatiye kirin, serê Hevserokê Bajar ê SYKP'ê Ronî Goren hatiye şikandin û binî çena wî hatiye çêrandin.     Duh li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê, KCD, HDK, TJA, DBP, HDP û MED TUHAD FED'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û bigihîje azadiya xwe Meşa Gemlikê li dar xistibûn. Polisan êrişî meşê kiribûn û nêzî 70 kesî bi lêdanê binçav kiribûn û ew biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Polisan kesên binçav kirin nêzî 7 saetan di wesayîtan de dan sekinandin û nan û av nedan wan. Her wiha hat diyarkirin ku di wesayîtan de polisan îşkence li gelek kesan kiriye.    DEST BI ÎFADE GIRTINÊ KIRIN   Parêzerên ku ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin çûn emniyetê polîsan wan negirt. Li ser vê endamên OHD'ê jî di nav de parêzer li ber derê emniyetê ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin rawestiyan. Emniyetê, xwest ku parêzeran bi komên ji 7 kesan pêk tên bigire hundir, lê parêzeran vê qebûl nekir û li ber derê emniyetê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Li ber destê sibehê polîsan xwest îfadeyan bê parêzer bigire. Kesên di bin çavan de vê qebûl nekirin û îfade nedan. Polisan vê weke "mafê neaxftinê" qebûl kir û gelek kesan berdan. Bi hinceta ku derbarê wan de "tespît" heye 25 kesan berneda û birin Edliyeya Stenbolê. Îfadeyên van kesan ên li dozgeriyê didome.    DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE    Hat diyarkirin ku kesên sewqî edliyeyê hatine kirin di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin. Di nav kesên ku îşkence li wan hatiye kirin de Hevserokê Bajar ê SYKP'ê yê Stenbolê Ronî Goren jî heye. Hat hînbûn ku polîsan bêtêlê li serê Goren xistiye û serê wî şlikandiye û 5 kêlan avêtine serê wî. Her wiha hat diyarkirin ku bin çena Goren jî bi îşkenceyê hatiye çêrandin. Serçavê gelek kesên di bin çavan de ji ber îşkenceyê werimiye û mor bûye. Hat dîtin ku îşlekê Goren jî ji xwînê sor bûye.