Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin 2022-06-13 16:50:01   ENQERE - Selahattîn Demîrtaş di doza bi hêceta ku Serdozger Kocaman hedef daye nişandan ji nû ve tê darizandin de got: “Min gotiye hûnê di dadgehên serbixwe de hesab bidim. Di vir de hedef  û gef tune ye.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya ku Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman hedef daye nişandan 2 sal û nîv ceza lê hatibû birin. Dadgeha Herêma Enqereyê vî cezayî xera kiribû. Danişîna ewil a dozê ji nû ve li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 25’emîn hat lidarxistin.    Demîrtaş ji girtîgeha lê girtî bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bû. Parêzer her du aliyan jî di danişînê de amade bûn. Demîrtaş di danişînê de axivî û wiha got: “Hûn fikirîn kum in we hedef nîşan daye. Min tiştek negotiye. Min gotiye hûnê li dadgehên serbixwe hesab bidin. Di vê gotina min de gef û hedef nişandan tune ye. Ez beraeta xwe daxwaz dikim.”    Parêzerên Demîrtaş xwestin serokê dadgehê û endamek ku îmzeya wan di bin biryarê de heye, ji dozê vekişin. Dadgehê daxwazê red kir û danişînê taloqî wextek pêş kir.