Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê 2022-06-13 15:24:44   ÎZMÎR - Rêveberê DÎSK Basin-Îş’ê Ergîn Demîrhan di Lijneya Giştî ya EFJ’ê de axivî û bal kişand ser rojnamegerên kurd ên li Amedê hatine binçavkirin. Demîrhan, diyar kir ku dê bi binçavkirina rojnamegeran re zextên heyî hîn zêdetir bibin.    Lijneya Giştî ya Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ) li Febrîqeya Havagazi ya Dîrokî ya Îzmîrê tê lidarxistin û dê du rojan bidome. Her wiha di Lijneya Giştî de Lijneya Rêveber a Sendîkaya Xebatkarên Ragihandin Çapemenî Çapê (DÎSK Basin-Îş), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) û Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê (ÎGC) jî Lûtkeya Medyaya Herêmî ya Navneteweyî li dar xist. Rojnamegerên 45 welatên Ewropayê, nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên 50 bajarên Tirkiyeyê û gelek rojnameger jî beşdar bûn.    Di axaftina destpêkê ya Lijneya Giştî de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer axivî û got ku civakên nikarin agahiyên rast bigirin, di nava pêşdaraziyan de dixeniqin. Piştre jî Serokê Delegasyona Yekitiya Ewropayê yê Tirkiyeyê Sefîr Nikolaus Meyer-Landrut axivî û anî ziman ku yek ji girîngtirîn qaîdeyên endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê azadiya çapemeniyê ye û wiha got: “Welatên namzet her sal derheqê azadiya îfade û medyayê de raporên nirxandinê amade dikin. Mixabin ku di vê raporê de rewşa Tirkiyeyê neyînî ye. Bi taybet jî tê diyarkirin ji demokrasiyê dûr dikeve û azadiya çapameniyê bisînor dike.”   ‘WE DEM LI DADGEHAN DERBAS KIR’   Serokê Federasyona Rojnamegerên Ewropayê Mogens Blicher Bjerrega§rd jî da zanîn ku di dema dozên rojnamegerên li Tirkiyeyê li vir bû û ev tişt anî ziman: “Hem li kolanan û hem jî raya giştî piştgiriyeke mezin dida rojnamegeran. Hûn weke rojnamegeran hatin darizandin. Li şûna karê rojnamegeriyê, hûn li dadgehan hatin darizandin. Diviya ev yek bi serê rojnamegeran neanîbûna. Bi hezaran caran hûn vexwendin dadgehan.”    Di Lijneya Giştî de her wiha endamê Lijneya Rêveber a DÎSK Basin-Îş’ê Alî Ergîn Demîrhan mafê axaftinê girt. Demîrhan bal kişand ser binçavkirina rojnamegerên kurd û axaftina xwe wiha qedand: “Di çapemeniya kurd de 20 rojnameger hatin binçavkirin. Ev jî nîşan dide ku mijareke lezgîn e. Beriya hilbijartinê dê bikeve pêvajoyeke nû. Dê ev zext hêjta berdewam bikin.”