Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan 2022-06-13 13:09:30   AMED - Di dosyeya lêpirsîna binçavkirina 20 jê rojnamevan 21 kesan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan.    Hat zanîn ku di çarçoveya dosyeya lêpirsîna binçavkirina 20 jê rojnamevan 21 kesan de kesek din jî hatiye binçavkirin. Ji ber ku biryara veşartî li ser dosyeyê heye rojnamevan û parêzerê xwe nikarin agahî bigirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de welatiyê bi navê Îhsan Ergulen jî ji 8’ê hezîranê ve li Midûriyeta Polîsan a Amedê tê ragirtin û nayê zanîn bi çi tê sûcdarkirin.    Rojnamevan li midûriyeta polîsan di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û dema binçavkirina wan heta 16’ê hezîranê hat dirêjkirin.    Navên 20 jê rojnamevan 22 kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen.”