Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin 2022-06-13 11:57:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Babê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, piştî zaroka 5 salî hate tecawizkirin gule berdan ser gelê ku bertek nîşan da.    Li bajarê Babê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ku piştevaniya wê dikin de ye, tecawizî zarokeke 5 salî hate kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)  endamê Tugaya 5'emîn Mistefa Ebdûrrehman ê bi navê Xenûm tê zanîn tecawizî zarokeke 5 salî ya ji koçberên Humsê kir. Piştî ku bûyer hate hînbûn di navbera komên paramîlîter û penaberên Hûmûsî re pevçûneke dijwar derket. Hate diyarkirin ku piştî bûyera ku hemû gel bertek nîşan da komên di bin kontrola Tirkiyeyê de gule berdane ser gel û birîndar hene.