Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe 2022-06-13 10:53:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî, krîza siyasî ku li Iraqê kûr dibe nirxand û ev tişt got: "Heta ku hilbijartineke nû çêbibe û hikûmet bê damezrandin dibe ku li Iraqê şerê navxweyî derkeve. Iraq ber bi parçebûnê ve diçe."   Li Iraqê, piştî hilbijartinên parlamentoyê ku di 10'ê cotmehê de pêk hatin krîza siyasî kûr dibe. Li Parlamentoya Iraqê 329 kursî hene û Tevgera Sadrê di hilbijartinan de 73 parlamenteran derxistibû û bûbû partiya yekemîn. Lê rexmî hemû muzakereyên ku kir jî piştgiriya avajirina hikûmetê negirt. Sadrê beriya niha bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Koalîsyona Serweriyê re tifaqeke sê alî pêk anîbû lê li ser nelihevkirina wê û  Koalîsyona Serweriyê hikûmet nehat damezrandin. Serokê Tevgera Sadrê Mekteda Es Sadr ku krîza hikûmetê derbas nekir, di 9'ê hezîranê de got ku li welatekê reform dikare bi hikûmetek piralîparêz bê avakirin û ev banga îstifakirinê li parlamenterên xwe kir. Li ser vê bangê hemû parlamenterên Sadrê îstifa kir.    TRAFÎQA DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDAYÊ DE    Piştî vê geşedanê trafîqa di navbera Bexda û Hewlerê de zêde bû. Serokê Meclisa Iraqê Mûhammed Halbûsî serdana Herêma Kurdistanê kir. Halbûsî bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. Piştî vê hevdîtinê Hevserokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî jî derbasî ji Silêmaniyê derbasî Hewlerê bû û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anî. Derbarê vê trafîqê de tu daxuyanî nehatin dayîn, lê payîn ku hevdîtin têkildarî Hilbijartina Serokkomariya Iraqê de bin. Li ser vê trafîqê Halbûsî, hewldanên xwe yên qanihkirinê terk kir û îstifaya parlamenterên Sadrê qebûl kir.    BANDORA HÊZÊN HERÊMÎ   Alîkarê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya Herêma Kurdistanê û Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî, derbarê van geşedanan de axivî û nirxandinan kir. Berwarî, diyar kir ku bi mudaxaleyên welatên herêmê encamên hilbijartinên Iraqê rastiyê nîşan nadin û wiha got: "Ji ber vê jî gelek kom ava bûn. Li Iraqê tu partî bi serê xwe tevnagere. Amerîka, Îngilistan, Fransa, Almanya, Tirkiye û Îran di siyaseta Iraqê de bibandor in. Hêzên leşkerî û îstixbarî yên welatên Ewropa; Tirkiye û Îranê hene. Herkes li gorî berjewendiyê xwe gav diavêje û li dijî berjewendiyên welatên din tevdigere. Tevgera Sadrê xwe serbxiwe nîşan dide lê ew jî di bin kontrola hin hêzan de ne. Danûstandin di navbera wan û Sadrê de hene. Nelihevkirina dewletên herêmê dibe nelihevkirina partiyên siyasî yên Iraqê jî."   8 MEH IN HIKÛMET NEHAT AVAKIRIN   Berwarî, destnîşan kir ku ji ber nelihevkirina di navbera koman de 8 meh in hikûmet nayê avakirin û ev tişt got: "Ji ber neavakirina hikûmetê her diçe ewlehî, aborî û rewşa siyasî ne baş dibe. Hikûmeta niha tenê karên hundir bi rê ve dibe û biryarên wê yên stratejîk tunene. Hevsengiyên nû yên dinyayê tên avakirin. Hêzên global dixwazin dewlet û gelan di hêla fikrî, siyasî, aborî û leşkerî de bikin bin kontrola xwe. Ji ber ku berjewendiyên wan ne mîna hev in li hev nakin. Li gorî vê yekê ıraqî jî li hev nakin. Lewre di pergala modernîteya kapîtalîst wê ev welat nemînin. Wê welat dabeş bibin. Wê ev dabeşkirin ne li gorî berjewendiyên gel tenê ji bo rêvebirina wan herêman ku dixwazin li gorî berwendiyên  xwe kontrol bikin. Dibe ku Iraqê bikin 6 parçe. Herêma kurd, şîî û sûniyan dabeş bikin û bikin bin kontrola berjewendiyên dewletên mezin. Ev hemû ji bo dewlemendiya bin erdê ne. Ji bo van planên dagirkeriyê di dewrê de ne."   IRAQ DABEŞ DIBE   Di berdewamê de Berwarî, bi lêv kir ku Sadr, PDK û Koalîsyona Serweriyê hewl dane hikûmetê ava bikin û wiha pêde çû: "Ev proje têk çû û hikûmet ava nekirin. Lewre xebata wan a avakirina hikûmetê ne ji bo gelên Îraqê bû. Armanca wan a bingehÎn xizmeta Tirkiyeyê bû. Ji ber vê jî hem hêzên herêmî hem jî hêzên kurewî destûr nedan û mudaxale kirin. Li Iraqê pêwistî bi vîneke siyasî heye. Divê hikûmet bê avakirin û serokwezîr bê hilbijartin. Li Iraqê rewş her ku diçe ne bai dibe. Sadr jî êdî dibîne ku nikare hikûmet serkeftî ava bike. Ji ber vê jî ya wê bikeve nav lêgerîna tifaqeke din an jî wê bixwaze hilbijartin dubare bibin. Bi biryara Sadrê re wê hilbijartin ji neçarî pêk were. Heke hilbijartin bibe wê mîna encamên 2021'an be. Wê hikûmeteke nû ava nekin. Di vê pêvajoyê de dibe ku li Iraqê şerê navxweyî derkeve. Iraq niha ber bi parçebûnê ve diçe. Wê Iraq dabeş bibe û bikeve destê hin hezan. Bêyî tevgera Sadrê pergala siyasî û leşkerî nikare bê avakirin. Heke aramî tê xwestin divê tifaqa ereb, kurd, sûnî û şîîyan bê avakirin. Heta ev neyê wê rewş xerabtir bibe."   'DIVÊ KURD NEXŞERÊ XÊZ BIKIN'   Berwarî, di dawiya axaftina xwe de bang li kurdan jî kir û ev tişt anîn ziman: "Rewşa Iraq û Kurdistanê girêdayî hev e. Divê kurd xwe li gorî her rewşê amade bikin. Bi taybetî jî divê xwe li gorî şerê li ser xaka Kurdistanê bê kirin amade bikin. Divê her çar parçeyên Kurdistanê siyasetek û stratejiyeke baş bi rê ve bibin. Li gorî konjoktura nû ya dinyayê kurd ji xwe re bername û nexşerêyekê derbixin."