ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-13 09:00:02   * Endama Kordînasyona Meclisa Îştarê Çîçek Cengîn, êriş û ambargoya li ser Mexmûrê şermezar kir û diyar kir ku rêyên hatine girtin di aliyê tenduristî û jiyanê de rê li ber pirsgirêkan vedike û got: “Wargeha ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye tu gav navê avêtin û bêdenge. Her wiha di bin çavdêriya NY’yê de ev êriş tên kirin. Ji ber vê yekê jî NY erk û berpiryariya xwe bi cih nayne."   * Rojnamevanan diyar kir ku ji ber ku rojnamevanên kurd rastiyê dinivisînin bûne hedef û bang li mûxalefetê kirin ku rojnamevanan biparêzin.    * Li Mêrdînê ji ber krîza aborî fîrmayên ku înşeatan çêdikin peymanên xwe yên kar sekinandin.   * Tansu Işikli ya ducanî ku hevjînê wê hat girtin û tevdîra kelemçeya elektronîk 6 meha lê hat sepandin diyar kir ku wê ducaniyek zehmet derbas kiriye û xwest kelemçeya elektronîk were derxistin.    * Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû. Di pêvajoya darizandinê de bi israr hewl tê dayîn paşxaneya komkujiyê bê veşartin. Navê Denîz li hemû Tirkiyeyê belav bû.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 462’yemîn de berdewam dike.    * Danişîna doza Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay jî di nav de derbarê 4 kesên din de jî hatiye vekirin wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)   * Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê (EFJ) wê Lijneya xwe ya Giştî ku dê 2 rojan bidome wê li Kargeha Gazahewayî ya Dîrokî ya Îzmîrê li dar bixe. (09.00)   * Di pêşengiya DFG’ê û MKGP’yê de wê têkildarî 20 jê rojnamevan 21 kesên hatine binçavkirin de li pêş Produksiyona Arî ya li Amedê daxuyanî were dayîn. (13.00) ZINDÎ