Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin 2022-06-12 19:07:09   BURSA - Rojnamevan Ergîn Çaglar û Rozerîn Gultekîn ên ku Meşa Gemlikê ya Bûrsayê dişopandin, hatin binçavkirin.   Nûçegihanê me Ergîn Çaglar û nûçegihana JINNEWS'ê Rozerîn Gultekîn ku Meşa Gemlikê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ji aliyê 6 sazî û partiyên siyasî ve dihat lidarxistin, dişopîndin. Çaglar û Gultekîn ku meşê dişopandin li Bursayê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nehat zanîn rojnamevanên hatine binçavkirin birine ku derê.    Li aliyê din siyasetmedar jî di nav de gelek kesên tevli meşê bûn hatin binçavkirin.