Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê 2022-06-12 16:32:49         BÛRSA - Kesên ku ji bo Meşa Gemlikê ya Bûrsayê kom bûn, li wesayîtên şaredariya AKP'ê siwar kirin û hatin binçavkirin. Tevî êrişa polîsan jî girseya gel bi biryar li bendê bû.   Lingê meşa Gemlîkê ya Bûrsayê jî ku bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED-TUHAD FED) bi şîara "Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em dimeşinm Gemlîkê" tê lidarxistin, dest pê kir.    MEŞAN DUH DEST PÊ KIR   Beriya du heftan li Çûkûrova, Marmara, Ege û li bakurê Kurdistanê ji bo Meşa Gemlîkê bername û çalakiyan dest pê kir û bang hatin kirin. Duh rexmî astengiyên polisan jî li Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Amed û Wanê bi hezaran kesî starta Meşa Gemlîkê da.    Îro jî li Stenbol, Yalova, Bûrsayê Meşa Gemlîkê dest pê kir. Kesên ku bajarên cuda bên wê li qada Newrozê ya li taxa Arabayatagı ya navçeya Yildirim a Bûrsayê li hev kom bibin û ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê bikin. Beriya meşê polîsan li têketina gelek navçe û bajaran nuqteyên kontrolê daniye û bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nadin tu daxuyanî û meşan.    HEWLDANÊN ASTENGKIRINA POLISAN   Polisan, qada Newrozê ya girse lê li hev kom bû dorpêç kir û kesên hatin qadê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kir û hewl da têketina wan a qadê asteng bike. Dîsa avahiyên HDP'ê yên Bûrsayê jî ji aliyê polisan ve hatin dorpêçkirin û têketin û derketina wan qedexe kir.    Li aliyê din polisan Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Gemlîkê jî dorpêç kir û deriyê wê radan. Li Înegolê jî avahiya HDP'ê polîsan dorpêç kir.    GIRSE LI HEV KOM BÛ   Rexmî astengiya polisan girse li qada Newrozê li hev kom bû. Ji navçeyên Kestel, Nîlufer û Gursûyê gelek kes hatin qadê. Destûr nayê dayîn ku girseya Yalovayê jî bê Bûrsayê. Polisan girseyê dorpêç kir û gef binçavkirinê dixwin.    QEDEXEYA WALÎTIYÊ   Beriya meşê ketin û derketina bajêr ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan qedexeya walîtiyê hêcet nîşan da û destûr neda meş an jî daxuyaniyê nedan.    KETIN Û DERKETIN HAT ASTENGKIRIN    Polîsan cihê ku wê meşê dest pê bikira li Qada Newrozê dorpêç kirin û ketin û derketina qadê asteng kir. Her wiha polîsan ber avahiyên HDP'ê dorpêç kir û ketin û derketina ji avahiyan qedexe kir.    KILÎD LI DERÊ AVAHIYA HDP'A GEMLIKÊ DAN    Li aliyê din polîsan avahiya HDP'a Gemlikê dorpêç kir û kilîd li derê wê dan. Polîsan li çar hawirdorê Bursayê ji bo hatina welatiyan a meşê bûn asteng.    CEZA LI WESAYÎTAN BIRÎN    Polîsan gelek wesayîtên ku çûn qadê bi bahaneyên cuda sekinandin û ceza li wan birîn.    LI ÎMRALIYÊ TECRÎD HEYE    Li gel hemû astengiyên polîsan jî Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk û heyeta Yalovayê hatin cem girseya ku li nêzî qada Newrozê li bendê bûn. Destûr nehat dayîn wekîlê HDP'ê biçe cem girseya li bendê. Parlamentera HDP’ê li ser vê yekê bal kişand ser armanca van çalakiyan û got: “Tecrîdê li ser Îmraliyê ferz dikin. Ji ber ku naxwazin aştî û pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk bi dawî bibe. Ger ku bi Îmraliyê re hevdîtinek çêbibe, hewa weke dema hevdîtinê çêbibe, edalet pêk were qey wê nebaş be?"    KESÊN DISEKINÎN HATIN BINÇAVKIRIN    Di vê navberê de gelek kesên li bendê bûn ku di nav wan de Hevserokê HDP’ê yê Bursayê Mehmet Dîlek, Endamê Meclîsa Partiyê Cahît Kirkazak, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Gemlîkê Siracettîn Şeker, rêveberên HDP’ê yên navçeya Gemlîkê Hatîce Ateş û Metîn Ozkan, Meclîsa Jinan a HDP’ê û Endamên Meclîsa Ciwanan hebûn hatin binçavkirin. Her wiha hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de welatiyên di rê de derbas dibin ku piştgirî dane meşê jî hene.   WESAYÎTÊN ŞAREDARIYA AKP’Ê KIRIN XIZMETA BINÇAVKIRINÊ    Kesên hatin binçavkirin bi saetan di wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê ya AKP'yî de hatin ragirtin. Kesên hatin binçavkirin piştî ku bi saetan li otobusê man ji qadê hatin derxistin. Nehat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine ku derê.   Li gel gefa binçavkirinê ya polîsan jî li nêzî Qada Newrozê demek dirêj girse sekinî.