AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir 2022-06-12 16:14:37   MÊRDÎN - Alîkarê Serokê CHP'ê yê Navçeya Nisêbînê Abdulvahap Akan ku xwest zarokên xwe bi torpîlê bike kar ji aliyê AKP'iyekê ve hat xapandin û 400 hezar TL perê wî hat şêlandin.    Alîkarê Serokê CHP'ê yê Navçeya Nisêbînê Abdulvahap Akan angaşt kir ku ji aliyê Tûrgût O. yê AKP'î ve hatiye xapandin û 400 hezar TL perê wî hatiye çêşandin. Akan, derbarê mijarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê da û giliya Turgût O. yê AKP'î kir. Di serlêdana xwe de Akan, angaşt dike ku Tûrgût O. pê re ketiyê têkiliyê û jê re gotiye ku ew zilamê dewletê ye. Akar, angaşt dike ku dema xwestiye zaroken xwe bi bertîlê bike karên dewletê ji aliyê Tûrgût O ve hatiye xapandin û 400 hezar TL perê wî hatiye şêlandin. Akar, destnîşan dike ku ji ber wêneyênTûrgût O. yên bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Serokkomarê AKP'î  Recep Tayyîp Erdogan û gelek rayedarên AKP'ê re hebûne xapiyaye û bi rêya kesê bi navê Medenî G. ve pere jê Tûrgût O. re şandiye. Akar, anî ziman ku ew li ser hesabên heval û xizmên xwe jî pere ji Tûrgût O. re şandiye.    Akar, bi lêv kir ku dema kesên AKP'î telefonên xwe asteng kirine pê hesiya ku hatiye xapandin û xwest ew kes bên cezakirin.