Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e 2022-06-12 14:48:56 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Snacar, di Lijneya 27'emîn a Malêngel de axivî û ev tişt got: "Berpirsyariya me ya ku em bi hev re pêşerojeke azad û demokratîk ava bikin heye. Em ê têkoşîna herî berfireh a hevpar ava bikin. Seroka Giştî yê Malêngel Nebiye Mertturk jî ev tişt got: "Em di pêvajoyeke ku hêviya guhertinê mezin dibe de ne."   Malêngel, 27'emîn Lijneya xwe ya Giştî li Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqerê pêk anî. Di lijneyê de pankartên mîna "Ji polîtîjayên şer re êdî bes e" , "Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk" , "Çareya tekane rêya tekane desthilata gel" , "Li dijî xizanî û faşîzmê bi lezgînî nan, gelemperîkirin, edalet û azadî" hatin daleqandin. Di lijneyê de timik dûrişmeyên "Em ê bi berxwedanê qezenç bikin" , "Ên hildiberînin em in ên ku bi rê ve bibin jî em ê bin" û "Rêya tekane kolan rêya tekane berxwedan" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê lijneyê dest pê kir û axaftin hatin kirin.    'HÊVIYA WELAT BERXWEDAN E'   Seroka Giştî yê Malêngel Nebiye Mertturk, di axaftina xwe de diyar kir ku fikarên wê yên derbarê Tirkiyeyê de mezin bûne û wiha got: "Em di pêvajoyeke ku hêvî mezin dibe de ne. Em ji bo ku şerê gel mezin bikin û berpirsyarî bigirin li vi rin. Serdest girseyan xizan dikin û gelên Tirkiyeyê jî ji bo pêşeroj û jiyanê li ber xwe didin. Hêviya vî welatî di berxwedanê de ye. Em ê berxwedanê bi rêxistin bikin û şerkirinê bidine fêrkirin. Li pêşiya krîzên piralî hene. Di pêvajoya pêş de em ê bi perspektîfa sosyalîst û antîfaşîst tevbigerin. Çareseriya serdestan tuneye. Dema em têde divê dema pêngaveke sosyalîst be. Parolaya me; em ji xwe, rêxistina xwe û gelê xwe bawer in."   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Piştî Merturk Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî û ev tişt gotin: "Hêza me jî mezin e, ji ber vê yekê em dixwazin li bîra yên ji ber krîzê bêhêvî bûne bixin; veguherîn nêz e, rizgarî di destê me de ye. Desthilatdarî ji hev dikeve, her ku ji hev dikeve jî dixwaze civakê û welêt têk bibe. Polîtîkayên welê dimeşîne ku dixwaze her derê talan bike û bi siyaseta rijandina xwînê û derewan birizîne, ji hev bixîne. Xizanî mezin bûye. Eger em hêza xwe bikin yek, em ê karibin van polîtîkayan ehmûyan têk bibin û vê desthilatdariya zordar rawestînin, biguherînin. Bila kes ji vê gumanan neke. Lê belê ya ku divê em tU carî ji bîr nekin, têkoşîna hevpar e. Divê em hêza xwe bikin yek, bi gel re ji bo gel rêya afirandina destpêkeek nû bi xurtî bi rêxistin bikin."   POLÎTÎKAYÊN ŞER   Sancar, diyar kir ku têkoşîna hevpar ji bo rawestandina desthilatê û guhertina desthilatê şert e û wiha axivî: "Di heman demê de divê li dijî mejiyên kevneperest ên bikevin şûna vê desthilatdariyê jî em alternatîfa rasteqîn biafirînin. Ev desthilatdariya ku dixwaze feraseta ewlekarîperest û polîtîkayên şer di pirsgirêka Kurd de serwer bike, li Başûrê Kurdistanê operasyonê dike, gefên dagirkirinê li Rojava dixwe. Dema ku ji vir encam negirt niha jî hewl dide li deverên cuda agir geş bike. Vê carê jî gefa şer li Yewnanistanê dixwe. Em li vî welatî, li Rojhilata Navîn, li Rojhilatê Derya Spî, li tevahiya herêmê û cîhanê aştiya rasteqîn û aştiya gelan diparêzin. Em dixwazin sîstemeke herêmê û cîhanê bi aştiyane û wekhev pêk were. Em ê bi afirandina aştî, wekhevî û azadiyê ya li vî welatî destpê bikin."   Di lijneyê de Parlamenterê CHP'ê yê Enqerê Mûrat Emîr û Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşil jî axivîn û polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê rexne kirin û bal kişand ser edalet û azadiyê.    Wê lijne piştî pêşkêşkirina raporan û hilbijartinan bi dawî bibe.