Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne 2022-06-12 12:41:15 AMED - Li Amedê 20 jê rojnameger bi giştî 21 kes 5 roj in di bin çavan de tên girtin.    Li Amedê, di 8'ê hezîranê de polisan bi ser mal û cihê kar ên rojnamegeran de girt û 20 jê rojnameger bi giştî 21 kesî binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Amedê. Rojnamegerên ku du caran dema binçavkirinê wan hat dirêjkirin, herî dawî duh wan derxistin edliyeyê û ji bo 4 rojan dema binçavkirina wan dirêj kirin. Bi dirêjkirina dema binçavkirinê re wê heta 16'ê hezîranê rojnameger li Miduriyeta Polisan a Amedê di bin çavan de bin. Rojnamegerên ku gelek ji wan di hucreyên yekkesî de tên girtin biryara nepeniyê li ser dosyaya wan heye.   ROJNAMEGERÊN DI BIN ÇAVAN DE    Navên 20 jê rojnameger 21 kesên di bin çavan de ne wiha ne:    Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûn Gazetesi Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk.