'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye! 2022-06-12 10:15:43   RIHA - Bi nêzbûna salvegera cînayeta komî ya li dijî ferdên malbata wê ku bi piştgiriya dewletê nava rojê pêk hat re careke din dinya li ber çavê Emîne Şenyaşar reş û tarî dibe. Ji bo 14'ê Hezîranê ku emrêyê wê 66 salî dabeş kiriye weke roja şînê îlan bike Emîne Şenyaşar li benda "edaletê" ye.   Komkujiya li dijî malbata Şenyaşar, di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li ber çavê herkesî bi piştgiriya dewletê nava rojê pêk hat. Bi nêzbûna salvegera cînayetê re careke din dinya li ber çavê Emîne Şenyaşar reş û tarî dibe. Emîne Şenyaşar ku herkesî wê bi têkoşîna wê ya edaletê nas kir, 14'ê Hezîranê ku emrê wê yê 66 salî dabeş kiriye weke "roja şîn û edaletê" pêşwazî dike. Emîne Şenyaşar, beyî ku bibêje berf e, zivistan e, şilî ye, herî ye, 461 roj in bênavber "Nobeta Edaletê" digire. Her çiqas emrekî wê yê biêş hebe jî weke ku ji dilnexwazên xwe re "qaqibo bike" li ber xwe da.     Emî Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin kuştin, 4 sal in borî veguherand têkoşînê û li tevahiya welat bû remza edaletê. Emîne Şenyaşar, gotina xwe ya "Edalet di bin betonê de be jî ez ê bibînim û derxim" ku di 9'ê adara 2021'an de got îro veguherandiye bîrdariya berxwedanê. Emîne Şenyaşar ku ji bo kurê xwe Fadil ku ji êrişê sax filitî û niha di hucreya yekkesî de tê girtin têdikoşe, jiyana wê çîrokeke berxwedanê ye.   DAYIKA 7 ZAROKAN    Emîne Şenyaşar, di 2'ê nîsana 1956'an de li gundê Haşman ê Pirsûsê ji dayik bûye û qet neçûye dibistanê. Ji ber vê jî peyvek tenê jî bi tirkî nizane û 7 zarok mezin kirine. Zarokatiya wê bi 15 xwişk û birayên wê re li gund derbas bûye. Li erdên nîsk, ceh û genim dixebite û dema ku 20 salî dibe bi usûla berdêlê bi Esvet Şenyaşar re dizewice. Piştî zewaca xwe li gundê Tilhût ê Pirsûsê bi cih dibe û li pey hev 6 zarok jê re çêdibin. Ji ber şertên jiyanê di destpêka salên 1990'an de li Pirsûsê bi cih dibe. Li vir jî jê re zarokek çêdibe.    NÛXWURIYA WÊ ZAHÎDE YE    Emîne Şenyşar ku ji bo zarokên xwe dibêje sermiyanê min ê herî mezin û hebûna min bi zor û zehmetî mezin dike. Bi dorê Zahîde, Celal, Perîhan, Ferît û Fadil dizewicîne. Şenyaşar, "nûxwuriya" xwe Zahîde beriya 15 salan di 25 saliya wê de ji ber nexweşiya pençeşêrê winda dike. Ji bo ku baş bibe li ser doxtoran digerîne lê nikare keça xwe ji mirinê xelas bike. Çawa ku niha ji bo hevjîn û 2 kurên xwe li ber edliyeyê rondikan dibarîne wê demê jî ji bo keça xwe heman rondikan li qorîdorên nexweşxaneyê dibarîne. Beriya jiyana xwe ji dest bide Zahîde zaroka xwe ya 3 salî radestî dayika xwe Emîne Şenyaşar dike. Bi mezinkirina nebiya xwe Rojda êşa windakirina keça xwe sivik dike. Niha bi Roja (18) re dijî.     'ROJA REŞ'   Jiyana Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de diguhere. Ji ber erîfê dikana Celal û birayên wî ya li navçeya Pirsûsê bi qerebalix bû. Qerebalixa sûkê bi ketina dikanan a Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizm û parastvanên wî ku "ji bo xebatên hilbijartinê serdana esnafan dikirin" du qat zêde bû. Ji ber ku tişta hêvî dikirin ji birayên hev Şenyaşaran nedîtin êrişî wan kirin. Di dîmenên ku ji hêla qamerayên ewlehiyê ve hatin qeydkirin de tê xuyakirin ku di nav çend deqan de li dijî dikanên Şenyaşaran du êriş pêk tên. Bêyî ku tiştekî bibe bi ketina navberê ya esnafan re êrişa destpêkê tê rawestandin. Piştî çend deqan amûrên dikanê ji hev tên belavkirin û weke ku ji cihekê ferman hatibe girtin êrişeke ji êrişa destpêkê mezintir pêk tê. Di êrişa ku ji aliyê komeke ku ji 50 kesî pêk tê ve de birayên hev Adîl, Celal, Mehmet, Fadil, Ferît Şenyaşar giran birîndar dibin. Kekê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jî bi guleyeke ku nayê zanîn ji ji aliye kê ve hatiye berdan ve birîndar dibe. Erişa li dikanê veguhezî nexweşxaneya ku birîndaran rakiribûnê. Piştî mirina kekê Yildiz ê AKP'î li nexweşxaneyê li dijî malbata Şenyaşar komkujî pêk hat. Xizmên Yildiz ê AKP'î Adîl û Celal Şenyaşar li vir kuştin.     ERKANA DEWLETÊ DÎT LÊ DELÎL TUNEYE!   Emîne Şenyaşar agahiya êrişê ji neviyê xwe yê ku tê malê ve digire û pê re berê xwe dide dikana zarokên xwe. Di rê de jê re dibêjin, 'Neçe cihê bûyerê, hemû zarokên te kuştin wê te jî bikujin'. Van gotinan guhdar nake û ber bi dikana zarokên xwe diçe û di rêde leqayî hevjînê xwe Haci Esvet Şenyaşar tê û bi hev re diçin dikana zarokên xwe. Dema ku tên dikanê dibihîzin ku zarokên wan rakirina nexweşxaneyê û ji vir berê xwe bidin nexweşxaneyê. Çawa ku diçin nexweşxaneyê malbata Yildiz êrişî wan dikin. Hevjînê wê Haci Esvet Şenyaşar li ber çavê Emîne Şenyaşar ji aliyê bi dehan kesî ve bi lînçkirinê tê kuştin. Li nexweşxaneya ku erkana dewletê lê ye, xizmên parlamenterê AKP'î 3 kesan dikujin û 2 kesan jî bi giranî birîndar dikin û bi awayekî "profesyonel" piştî çend saetan qamerayên nexweşxaneyê jê dikin. Koma ku êriş pêk tîne xwîna ferdên malbata Şenyaşar jî ji dûwarên nexweşxaneyê paqij dikin û gef li hemû kesên ku şahidiya komkujiyê dikin dixwin. Êrişkaran, li nexweşxaneya ku bi sedan leşker û polis lê hebûn delîlan yek bi yek tune kirin.    BI BIRÎNDARÎ BINÇAV KIRIN   Li gel Adîl û Celal ku bi giranî birindar wan rakiribûn neweşxaneyê bavê wan Haci Esvet Şenyaşar ku bi hawara wan ve hat nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest dan. Mehmet û Ferît Şenyaşar jî ji aliyê tîmên tendûristiyê ji nexweşxaneyê hatin revandin û wisa hatin xelaskirin. Fadil Şenyaşar jî tevî ku jê re hat gotin ku wî bîne Nexweşxaneya Pirsûsê jî ajokarê anbûlansê wî rakir nexweşxaneyeke Dîlokê û bi giranî birîndar xelas bû. Lê piştî demeke kurt Fadil Şenyaşar ku bi wî halê birîndar li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin girtin û ew şandin girtîgehê. Fadil Şenyaşar kuştina bav û du birayên xwe di lêpirsîna dozgeriyê da hîn kir. Nêzîkî çar salan e Fadil Şenyaşar di hucreyeke yekkesî de bi tena serê xwe tê ragirtin. Daxwaza yekemîn a Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê berdana kurê wê Adil Şenyaşar e.    BI AWAYEKÎ VEŞARÎ SERDANA GORAN KIR    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên xwe sipart axê û zarokek wê jî şandin girtîgehê, heta selekê nikaribû biçe navçeya Pirsûsê ku komkujiya li dijî malbata wê lê pêk hat. Emîne Şenyaşar ku mala xwe bar kir navenda Rihayê, ji neçarî heta salekê bi awayekî veşarî serdana gorên hevjîn û zarokên xwe kir. Lewre rayedarên dewletê ên paye bilind malbatê weke "terorîst" nîşan dabûn. Piştî salekê bi xwedîderketina gel malbata Şenyaşar vegeriyan mala xwe ya li navçeya Pirsûsê û dest bi Nobeta Edaletê ya bênavber ku heta niha didome kir. Emîne Şenyaşar û endamên malbatê yên din, ji bo her sê ferdên malbatê yên jiyana xwe ji dest dane hê jî şîna xwe dananîne. Malbat ji bo danîna şîna xwe li benda pêkanîna edaletê ne.    SIBÊ: Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar 462 roj in didome.    MA / Emrûllah Acar