Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye 2022-06-12 09:06:32 AMED - Hat diyarkirin ku Rozerîn Yildiz a notirvan Ozcan Yildiz bi çekê ew bi giranî birîndar kiriye, du caran serî li polîsan daye lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin.        Li navçeya Hênê ya Amedê notirvan Ozcan Yildiz di 9'ê Hezîranê de Rozerîn Yildiz a pê re zewicandî bi çekê bi giranî birîndar kir. Rozerîn Yildiz ku niha li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê tê dermankirin, birînda wê xedar e. Şukran Atli, dayika Rozerîn Yildiz biulêv kir ku notirvan Yildiz bi çeka dewletê bera keça wê daye û got, keça wê ji ber tahdeyê du caran serî li polîsan daye û carekê jî çûye straghea jinan, lê cardin mecbûr maye vegere malê.    Dayik Şukran Atli destnîşan kir ku êrişkar Ozcan Yildiz piştî ku bûye notirvan tahdeya li Rozerînê dikir zêdetir kiriye û got: "Pir li keça min dixist. Serê wêd işikand. Têkildarî vê wêne jî bi min re hene. Lê keça min ji bo zarokên xwe deyax dikir. Tew carinan gava dihat mala me, me nedixwets biçe lê çeka zilam hebû. Dihat wê bi zorê dibir."  'DU CARAN SERÎ LI POLÎSAN DA'   Atli ragihand ku keça wê Rozerîn ji ber vê tahdeyê du caran serî li polîsan daye û got: "Carekê çû stargehê. Lê êecbûr ma vegere." dedi.    ‘DEWLET DEWLET BÛNA DÊ NEHIŞTANA'   Atli destnîşan kir ku kiryar piştî ku bûye notirvan xirabtir bûye û got: "Bû notirvan, xirab bû. Kengî bû notirvan û rahişt çekê dîn bû. Radibin çekan didin destê kesên şîzofren. Dihat wê bi zorê dibir, gef dixwarin. Keça min jî ji bo tiştek neyê serê malbata wê diçû. Kesî li ber vê tahdeya li keça min hat kirin tiştek nekir. Her kesî dizanibû, lê kesî deng ji xwe nedianî. Ez dixwazim bê darvekirin, cezayê herî giran lê bê birîn. Ger cezayên giran li zilamên ku jinan dikujin bihatana birîn dê ev qas jin nemirana. Dixwazim cezayê muebedê lê bê birîn. Kezeba min şewitî, bila ya wî jî bişewite. Ger dewlet dewlet bûna dê ev mesele hel bikirana. Her roj jin tên kuştin. Ma ev heq e?"    'DEWLETÊ TEVDÎR NEGIRT'   Kadrî Atli, kalê Yildizê jî bilêv kir ku beêr jî neviya wê bi tahdeyê re rû bi rû maye û ji ber vê gelek caran serlêdan kiriye. Atli got: "Haya dewletê ji van tiştan heye. Çeka wî jê stendin. Lê dewletê tevdîr negirt. Vê yekê bi çeka dewletê kir. Dewlet çawa dihêle tiştek wisa bibe. Ma qey jin ne mirov in? Diviyabû dewlet ew biparastana. Haya dozger, qeymeqam hemûyan jê heye, lê ew berdane. Neviya min dixwest dest ji wî berde. Lê zilam di bin navê 'namûs'ê de ev titş qebûl nedikir."    ‘BILA CEZAYÊ MUEBEDÊ LÊ BÊ BIRÎN'    Atli da zanîn ku rewşa neviya wê nebaş e û got: "Niha rewşa wê qet nebaş e. Dewlet divê xwedî li mazlûman û jinan derkeve. Û div li kesên ku vî tiştî dikin jî cezayê muebedê bibire. Em dixwazin cezayê muebedê lê bê birîn."    MA / Eylem Akdag