Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin 2022-06-11 22:33:02   ÎZMÎR - Li Îzmîrê girseya ji bo biçe Gemlîkê kom bû, hat astengkirin. Parlementerê HDP'ê Mahmtû Togrûl got: "Ev gel, tevî hemû êrişan jî tawiz ji azadî û demokrasiyê nedaye û dê nede jî."    Meşa Gemlîkê ya ji ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran dest pê kir. Li Herêma Egeyê ji bo meşa bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED'ê (MED TÛHAD-FED) li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê kom bû. Beriya meşê li ber Rêxistina HDP'ê ya Bayrakliyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Li dijî siyaset tecrîdê ji bo parastina azadiyê me ber bi Gemlîkê ve dimeşin" nivîsandî hat hilgirtin û dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Ji tecrîdê re na, azadî ji girtiyan re" û "Bijî berxwedana gelan" hatin berzkirin. Nûnerên saziyan, parlementerên HDP'ê Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş, Ayşe Surucu, Mahmût Togrûl, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Fehîme Poyraz, dayika Denîz Poyraz jî di nav de bi sedan kes ji Îzmîr, Mûgla û Aydinê tevli dauxyaniyê bûn.    Girse ku beriya daxuyaniyê bi çend saetan li ber avahiya partiyê kom bûbû, bi berzkirina dirûşmeyan û bi govendgerandinê li benda daxuyaniyê ma.    Di daxuyaniyê de Parlementerê HDP'ê Mahmût Togrûl anî ziman ku li welêt ku bi temamî tê tecrîdkirin hemû azadî hatine binpêkirin û got, kesên Tirkiyeyê kirine gola xwînê niha jî dixwazin êrişê bibin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Togrûl destnîşan kir ku gava ji Îmraliyê dengê aştiyê tê tim behsa biratê tê kirin û got: "Ji bo dengê birêz Ocalan neyê bihîstin 23 sal in bi awayekî mûtleq tê tecrîdkirin. Ji bo dengê Îmraliyê bigihê gel, ji bo dengê aştiyê bê bihîstin, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin me jî biryara Meşa Gemlîkê da. Meşa me ji bo hatina gel hev a gelan, ji bo çareserkirina meseleya kurdî ye. Êdî gel kesên dibêjin 'em ê welêt bi tahdeyê bi rê ve bibin' baş nas dikin. Ev gel ji roja di MGK'ê de biryara Plana Çokşikandinê hatiye girtin heya niha li dijî êrişan ji azadî û demokrasiyê tawiz nedaye û dê nede jî."    Togrûl bilêv kir ku kurd û dostên wan mifteya siyaseta Tirkiyeyê ne û got: "Kesên ji wan weye dê me biqedînin îro ew bi xwe dirûxin û diqedin. Sedema zilma li ser gelê me, sedema krîza aborî vê atmosfera şer e. Lewma em bi israr dibêjin ji şer re 'na'. Dê bicehimin biçin. A bimîne dê wekhevî û jiyana bi hev re be. Ji bo vê jî dizê birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe. Em ji bo piştevaniyê û têkoşînê gazî gelên Tirkiyeyê dikin. Em ê tecrîda mûtleq a li ser Ocalan bişikînin."    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî 10 deqean dewam kir. Paşê polîsan biryara qedexekirinê ya Walîtiya Îzmîrê wekî hincet nîşan dan û nehiştin wesyaît bi rê bikevin.