Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin 2022-06-11 17:47:05 AMED - Dema binçavkirinê ya 20 jê rojnamevan 21 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin 2 rojên din jî hat dirêjkirin.    Li Amedê di 8'ê Hezîranê de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorên JINNEWS'ê Safiye Alagaş û Gulşen Koçûk, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk jî di nav de 20 jê rojnmaven 21 kesên hatibûn binçavkirin ji bo dirêjkirina dema binçavkirinê anîn Edliyeya Amedê.   Rojnamevan li eldiyeyê demeke dirêj bi awayekî kelemçekirî hatin sekinandin. Piştî rojnamevanan bertek nîşan da kelemçe hatin derxistin û briyar hat dayîn ku dema binçavkirina wan ji bo du rojan hatiye dirêjkirin.   Bi vê biryarê re dê rojnamevan bi giştî 6 rojan di binçavan de bimînin. Her wiha biryara veşarî ya li ser dosyeya lêpirsînê jî didome.