Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin 2022-06-11 16:41:46   AMED -  Li Amedê bi boneya Meşa Gemlîkê dê bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” daxuyanî hate dayîn û piştî daxuyaniyê jî girse bi dirûşman meşiya.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med'ê (MED TUHAD-FED), bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê sibe “Meşa Gemlîkê” li dar bixin. Beriya meşê li Amedê daxuyanî hate dayîn. Piştî daxuyaniyê jî bi tevlibûna gelek kesan meşek hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên ‘Her dever Îmrali, her dever berxwedan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.    Pêşiya girseya ku ji avahiya HDP’a Rezanê heta Cehdeya Emekê meşiyan, li Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hate girtin. 11 kes ji hêla polîsan ve hatin bnçavkirin û li otobûsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin siwarkirin.   Kesên hatine binçavkirin birin Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.