ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî 2022-06-11 16:04:58   ÎZMÎR - ÎHD’ê di çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a vê hefteyê de aqûbeta 6 kesên li bajaroka Bêspîn a navçeya Silopiyayê hatibûn binçavkirin û windakirin pirsî.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteyan carekê pêk tîne, li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in li wijdanê xwedî derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de Şemdîn Culaz, Mehmet Salîh Demîrhan, Halît Ozdemîr, Îbrahîm Akil, Hamdo Şîmşek û Hîkmet Şîmşek ên di 13’ê Hezîrana 1993’yan de li bajarokê Bêspîn ê navçeya Silopiyaya Şirnexê di bin çavan de hatine windakirin pirsî.    Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli yê çîroka kesên hatine windakirin xwend, bi bîr xist ku piştî 20 sal an li qada ku dihat fikirîn gundî li wir hatine veşartin kolan hatibû kirin û hestiyên winda hatibûn dîtin. Canli, dazanîn ku tevî vê yekê jî hemû bersûcên dihatin darizandin bi zirxê bêcezatiyê hatin parastin.    Canli, dubare kir ku ji bo windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.