Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin 2022-06-11 15:35:44   WAN - Baskê Serhedê yê “Meşa Mezin a Gemlîkê” ku ji Wanê bi rê ket di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.     Baskê Serhedê yê “Meşa Gemlîkê ya Mezin” ku di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) de dê sibê were lidarxistin ji Wanê bi rê ket.    Beriya meşa bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” tê lidarxistin li pêş avahiya HDP’a Wanê daxuyanî hate dayîn.  ‘HÛN NIKARIN MEŞÊ ASTENG BIKIN’   Di çalakiya ku pankarta “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” hate vekirin de parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî. Taşdemîr, diyar kir ku meşa tê xwestin were lidarxistin hewl tê dayîn li hemû bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê were astengkirin û wiha got: “Çi bibe bila bibe em ê bimeşin. Hûn ê bi hemû hêza xwe, barîkatên xwe, çeken xwe nikarin vê meşa me asteng bikin.”   HETA KU TECRÎD WERE ŞIKANDIN WÊ TÊBIKOŞIN   Taşdemîr, diyar kir ku li Îmraliyê 23 sal in pergaleke tecrîdê heye, ev tecrîd weke pergaleke AKP’ê lê hatiye û wiha berdewam kir: “Ev desthilat bi awayekî neheq û bêwijdanî ji bo berjewendiyên xwe vê tecrîdê didomîne. Tecrîd tenê ne girtîgeh hemû welat dîl girtiye. Îro di serî de qadên siyaset, aboriyê hemû qad hatine xetimîn. Yekane rêya xelasiya ji van krîzan di destê birêz Ocalan de ye. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd, demokrasî û azadiyê têdikoşe. Kengî deriyên Îmraliyê vebûye, civakê bêhn stendiye. Îro AKP rêya vê çareseriyê dixwaze bi konsepta şer, operasyon, dagirkerî û îmhayê bigire. Îro herkesên fikrên Ocalan xwendine li dijî vê tecrîdê têdikoşin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û hûn nikarin vî sûcî bidomînin.”   MEŞA AŞTÎ Û AZADIYÊ   Taşdemîr, bi lêv kir ku meşa Gemlîkê meşa aştî, azadî û jiyanê ye û wiha got: “Kesên vê meşê asteng bikin û di şer de israr bikin wê têk biçin. Hûn dikarin me asteng bikin lê hûn nikarin têkoşîn û fikrên gelê me asteng bikin.”   ‘ÇARESERÎ DI OCALAN DE YE’   Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî mîtînga ku Erdogan wê îro li Wanê li dar bixe bi bîr xist û wiha got: “Wêneyê ku îro li Wanê derket holê her tiştî vedibêje. Li aliyekî wêneyê astengkirina gelê ji bo aştî û aramî were Tirkiyeyê bedel dide li aliyê din jî wêneyê Serokkomarekî partîyî ku hemû derfetên dewletê ji bo xwe seferber kirine heye. Em ji bo ku li Tirkiyeyê gel serbikevin, şer bi dawî bibe, rizqê kesên nanê xwe ji çop kom dikin neçe fîşekan têdikoşin. Lê dixwazin me liv ir asteng bikin. Çawa ku birêz Ocalan 23 sal in di hucreyekê de ji bo aştî û demokrasiye li ber xwe dide em jî dê bi heman awayî li ber xwe bidin. Em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ji ber ku em dizanin çareserî di mîtînga Erdogan ku dê îro were pêk bîne de nîne. Tiştekî ku Erdogan bide Waniyan nîne. Dê were ji Waniyan re bêje ka bihayê fîşekekê çiqas e, qeyûm tiştekî rewa ye û qetilkirina mirovên li Wanê rewa ye.”    ‘EM DEST JÊ BERNADIN’   Sarisaç, diyar kir ku li Tirkiyeyê têkildarî aştî û demokrasiyê hêza hilberîna çareseriyê di destê Ocalan de ye û wiha berdewam kir: “Hêviya hemû beşên civakê Ocalan e. Birêz Ocalan ne tenê heviya gelê kurd e bûye hêviya jinan, ciwanan û hemû gelên bindest. Îro dewletê hişê xwe xwariyê û tenê soza şer dide mirovan. Birêz Ocalan çawa 23 sal in ji bo pêşeroja hevpar a welat li ber xwe dide em jî berdela wê çibe bila bibe em ê dest ji hêviya jiyînê bernedin. Kurd ne kêm ne zêde mafên xwe dixwazin. Mirovên ji ber polîtîkayên şer ên hikumetê teslîmî birçîtiyê hatine kirin, ciwan û jin mafên xwe dixwazin. Yekane rêya vê Îmrali  ye. Heta ku azadiya Ocalan a fîzîkî pêk were wê ev têkoşîna me bidome.”   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqiyan hate kirin. Dû re baskê Serhedê li wesayîtan siwar bûn û ber bi Gemlîkê ve meşiyan.