Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin 2022-06-11 14:49:56   AMED - 20 jê rojnamevan 21 kesên beriya 4 rojan hatibûn binçavkirin ji bo dema binçavkirinê dirêj bikin birin edliyeyê, rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin.    Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk jî di nav de 20 jê rojnamevan 21 kes ji 8’ê Hezîranê ve di bin çavan de ne. Rojnamevan ji bo dema binçavkirina wan dirêj bikin birin edliyeyê. Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin. Li ser rojnamevanan bertek nişandan kelemçe hatin derxistin.    Beriya niha du rojan dema binçavkirina rojnamevanan hatibû dirêjkirin.