Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye 2022-06-11 12:29:24   RIHA - Malbata Şenyaşar ku 460 roj in çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne, ji bo çalakiya di salvegera komkujiyê de were kirin bang kir û ev peyam parve kir: “Heke têkoşîn hebe tevî her tiştî hêvî jî heye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 460’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye malbata li mala xwe ya navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal peyamek parve kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê ji bo bîranîna Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal ên di 14’ê Hezîrana 2018’an de di qetlîamê de hatin qetilkirin, bernameya bîranînê li dar bixe. Malbatê bal kişand ser bîranînê û bi hashtaga #EmJiBoEdaletêLiRihayêne (#AdaletİçinUrfadayiz) ev peyam parve kir: “Heke têkoşîn hebe tevî her tiştî hêvî jî heye. Kesên ku Nobeta Edaletê ya dayik 460 roj in didomîne dibînin û bêdeng dibin û hêj jî qala hilbijartinên 2023 dikin neçarin ku winda bikin.”   Herkesin muhtaç olduğu adalet güneşi, Şanlıurfa'da doğacak bütün Türkiye'yi aydınlatacaktır.#AdaletİcinUrfadayiz pic.twitter.com/LdwoYl45Yt — #ŞenyaşarAilesineAdalet (@senyasarailesi) June 10, 2022    Di parvekirinê de hesabên fermî yên Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan û Wezîrê Edaletê jî hatin etîket kirin.    BERNAMEYA BÎRANÎNÊ    Di pêşengtiya Platforma Kedê ya Rihayê de bi serenavê “Em ji bo Edaletê li Rihayê ne” gelek çalakî dê werin lidarxistin. bi hashtaga #EmJiBoEdaletêLiRihayêne (#AdaletİçinUrfadayiz) bangên tevlibûnê hatin kirin û duh li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Parvekirinên medyaya dîjîtal wê heta 14’ê Hezîranê bidome. Di 14’ê Hezîranê de saet di 10.00’an de jî wê gorên kesên jiyana xwe ji dest dane yên li Goristana Asrî ya Pirsûsê bên ziyaretkirin. Di heman rojê de jî wê saet di 15.00’an de li pêş Edliyeya Rihayê bi girseyî Nobeta Edaletê dê were girtin û pişt re wê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya li avahiya xizmetê ya Baroya Rihayê bi mijara “Malbata Şenyaşar û Edalet” forum were lidarxistin.