Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin 2022-06-11 12:02:05   ENQERE - Gelek rojnamevan, nivîskar û rewşenbîran li dijî 20 jê rojnameger 21 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin bang li rayagiştî ya Tirkiyeyê kirin û wiha gotin: “Em herkesê vedixwînin ku li dijî vê zexta desthilatê bibin xwedî helwest.”   Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç jî di nav de 20 jê rojnamevan 21 kes di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de di 8’ê Hezîranê de hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamevanan didomin.     40 navên ku di nav de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan jî hebûn bertek nîşanî binçavkirinan da û bi serenavê “Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkese vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest!” daxuyaniyek weşandin.    ‘EM HERKESÊ VEDIXWÎNIN KU HELWESTEKÊ NÎŞAN BIDIN’   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qasî ku hilbijartin nêzîk dibe zextên li ser rojnamevanên kurd zede dibin û wiha hate gotin: “Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkese vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest. Pergala AKP’ê û MHP’ê qasî ku hilbijartin nêzîk dibe zextên xwe yên li ser rojnamevanên kurd zede dike. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê jî di nav de 21 rojnamevanên ji bilî nûçeçêkirinê tu sûcên wan nînin bi serdegirtinê hatin binçavkirin, bi saetan bi kelemçekirî hatin sekinandin. Ev yek ne tene binpêkirina azadiya çapemeniyê ya nebe nebe ya demokrasiyê nîne, tê wateya binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn.”   ‘NÛÇE RAGIHANDINA LI ERDNÎGARIYA KURDAN TÊ ASTENGKIRIN’   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilat li dijî kesên rastiyan radigihînin nefreta xwe zêde dike û ev tişt hat gotin: “Dema bi qanûna medya dîjîtal re hate nirxandin armanca bingehîn ya vê zext û çavtirsandinan qasî astengkirina mafê agahî negirtina gel, bingeha planên deq û dolabên di hilbijartinê de bên kirin tê astengkirin. Bi taybetî tê armanckirin ku li erdnîgariya kurdan ragihandina nûçe û agahiyên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û hilbijartinê bên astengkirin. Di serî de bêdengiya mûxalefeta sereke, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî ya li dijî van zextan û weke her carê zext û zilma li dijî kurdan tê meşandin re nedîtî ve tên wê li wan vegere. Netew, bawerî û zimanî wî çi bibe bila bibe li dijî hewldanên li dijî rojnamevanan divê li ber xwe bidin û bertek nîşan bidin. Sibê wê mafê kesên îro bêdeng dibin yê gazinan wê nebe. Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkese vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest û piştgiriya hevalên me bikin.”   KESÊN NAVÊN WAN HENE   Navên kesên daxuyanî îmzekirine wiha ne: “Abdûllah Çetîn - Rojnamevan, Alî Çatakçin -Nivîskar, Alîn Ozanian-rojnamevan, Amberîn Zaman- Rojnamevan, Arîs Nalci-Rojnamevan, Ayşe Hur- Lêkolîner,Nivîskar , Ayşe Yildirim Rojnamevan, Can Dundar- Rojnamevan, Celal Başlangiç-Rojnamevan, Cengîz Aktar-Akademîsyen, Dunya Dogan-Hiqûqnas, Elîf Yildirim Nivîskar, Erdogan Aydin-Rojnamevan,nivîskar, Ergun Babahan-Rojnamevan, Erk Acarer-Rojnamevan, Erol Koroglû-Akademîsyen, Ertûgrûl Mavîoglû-Rojnamevan, Fûat Ateş-Rojnamevan, Hasan Tore-Siyasetmedar, Hayko Bagdat - Rojnamevan, Huseyîn Levent Koker-Akademîsyen, Îsmaîl Ozen-Sporvan, Latîfe Akyuz-Akademîsyen, Leyla Ûyar- Rojnamevan, Mahîr Sayin-Siyasetmedar, Mehmet Alî Çankaya- Berpirsyarê Rêxistinkirinê yê AABK’yê, Mûrat Çakir-Nivîskar, Neşe Ozgen-Akademîsyen, Nevra Akdemîr-Akademîsyen, Nîkos Michailidis-Akademîsyen, Ohannes Kiliçdagi-Akademîsyen, Osman Okkan- Rojnamevan, Ragip Dûran- Rojnamevan, Selîm Eskîîzmîrlîler- Akademîsyen, Şehbal Şenyûrt-Derhêner-Nivîskar, Tuncay Yilmaz- Siyasetmedar, Umît Kivanç- Rojnamevan, Yavûz Baydar- Rojnamevan, Yektan Turkyilmaz-Akademîsyen, Yîgît Aksakoglû - aktîvîstê rêxistinên civaka sivîl”