Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye 2022-06-11 11:25:32   STENBOL - Berdevka Giştî ya SKM’ê Çîçek Otlu da zanîn ku bi têkoşîna dikare tecrîda li ser Ocalan bê têkbirin û wiha got: “Meşa Gemlîkê, di heman demê de meşa edalet û azadiyê ye. Lewma banga min li hemû kesî ew e ku beşdarî vê meşê bibin.”    Bi mebesta rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, bi pêşengtiya 6 sazî û partiyên siyasî dê sibe bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” meşeke girseyî were lidarxistin. Li gel bajarên weke Stenbol û Îzmîrê yên Tirkiyeyê, her wiha dê li gelek bajaran tevlibûn çêbibin. Li gel partî û saziyên ku meşê organîze dikin, her wiha dê gelek rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî meşe bibin. Berdevka Giştî ya Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu têkildarî meşê bi ajansa me re axivî.      Çîçek Otlu, ji ewil bal kişand ser rejîma zextê ya piştî OHAL’ê mayînde bûyî û wiha got: “Zextên li ser girtîgehan zêde bûne. Tecrîda girankirî ku ev 23 sal in li ser Ocalan didome, polîtîkaya dîl girtinê ye. Li gorî qanûnan, her kesê di girtîgehê de mafê wî/wê heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike û nameyan bişîne. Mafê wan heye ku pirtûk û rojnameyên rojane bigirin. Lê belê birêz Ocalan nikare ji van mafên xwe sûd bigire. Her çend ku tecrîda li ser Ocalan piştî têkoşînên mezin heta astekî hatibe sistkirin jî, mirov nikare bibêje bi tevahî hatiye têkbirin.”    ‘DIVÊ HEMÛ KES TEV LI BIBE’   Bi domdarî Otlu diyar kir ku sedema herî bingehîn a girankirina tecrîdê, tunekirina destkeftî û statûya gelê kurd e û wiha domand: “Ev yek, hewldaneke tesfiyekirinê ye. Di şexsê birêz Abdullah Ocalan ku rêberê gelê xwe ye, gel teslîm bigirin. Divê mirovahî li dijî vê faşizm û tecrîda girankirî ya AKP’ê denge xwe derxîne. Divê ne tenê sosyalist û şoreşger lê divê hemû kesên ji tecrîd û mirinên li girtîgehan re dibêjin na, beşdarî vê meşê bibin. Nexwe dê mirinên li girtîgehan zêdetir bibin û girtî neyên berdan. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, tu girtiyên siyasî li dijî polîtîkayên faşîst ên AKP’e serî netewandin û seknekî xurt raber kirin. Vê jî paşvegav bi rejîma faşîst a AKP’ê dê avêtin. AKP, di şexsê birêz Ocalan de tecrîdê giran dike û girtiyan terkî mirinê dike. Em ne mirinên li girtîgehan û ne jî tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin.”    DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN   Di berdewamê de Otlu bi lêv kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta deriyên Îmraliyê venebin, ne statûya gelê kurd dê were qebûlkirin û ne jî hemwelatiya wekhev a kurdan nayê qebûlkirin. Anku şert û mercên azadbûna gelê kurd dê nebin. Lewma divê em bi hev re têbikoşin. Li rojava tevgereke gel a berxwedana Geziyê jiyayî heye. Li hêla din jî Serhildana Kobanê heye. Heta ku em van nekin yek, dê xweşî û aramî neyê vî welatî. Tecrîda li ser Îmraliyê tenê li ser gelê kurd nîne. Me ev yek di 15’ê Tîrmehê û di OHAL’ê de dît. Tekane rêya pêşîlêgirtina van tesfiye û polîtîkayên tecrîdê, yekkirina azadiya gelê kurd û tirk e. Divê her kesê dibêje ez bi gelê kurd re me, yên ku daxwaza wekhevî, azadî û edaletê dikin, yên ku naxwazin li girtîgehan komkujî çêbibin, girtiyên nexweş bên berdan û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe divê sibe beşdarî Meşa Gemlîkê bibin. Meşa Gemlîkê di heman demê de meşa edalet û azadiyê ye. Lewma bang li her kesî dikim ku tev li vê meşa mezin a gel bibin.”    MA/ Esra Solîn Dal