Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe 2022-06-11 10:52:18   AMED - Hevşaredara Peyas a Amedê Belgîn Dîken ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin da zanîn ku rêveberiya qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan firotiye û wiha got: "Em ê hesaba vê ji wan bipirsin.”    Şaredariya Peyas a Amedê ku ji hêla rêveberiya qeyûm ve tê birêvebirin, neguhêzbarên şaredariyê yan difiroşe yan jî dewr dike. Rêveberiya qeyûm, Z Reseourant Şantiyeya Paqijiyê ya li cem Mala Mamosteyan a girêdayî Makîne Îkmalê ya li Seyrantepeyê firotin û Qada Geştê ya li ser rêya Mêrdînê jî dewrî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) kir. Di heman demê de rêveberiya qeyûm, 15 hezar donimên erd ên li ser parsela Hejmar 3 ya Qada 1822’yan bi 41 milyon 500 hezar TL’an, parsela Hejmar 3 ya Qada 1300’an a li heman taxê bi 26 milyon û 745 hezar TL’an û 8 hezar û 600 mîtrokareyên erd ên li ser parsela Hejmar 667 a li Taxa Şilbeyê jî bi 36 milyon TL’an firot. Ev erdên behsa xeberê bi rêbaza “Teklîfa girtî” û bi teqsîdan hate firotin.  AN DEWR BIKE YAN JÎ BIFIROŞ E   Hevşaredara Peyas a Amedê ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin Belgîn Dîken bertek nîşanî firotina neguhêzbaran da. Dîken, bi bîr xist ku di mijdara sala 2019’an de li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin û wiha domand: “Dema em hatin, tu malên şînê tune bûn. Ne neguhêzbarên me û ne jî alavên me mabûn. Tevek jî dabûn qeymeqamtî û saziyên perwerdeya neteweyî kiribûn. Dema em hatin ser peywirê, 78 milyar TL deynê şaredariyê hebû.”    ‘EM Ê HESABÊ BIPIRSIN’   Bi domdarî Dîken anî ziman ku qeyûman neguhêzbarên şaredariyê yek bi yek dewr kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qadeke mezin a geştê li ser rêya Mêrdînê hebû. Jixwe wê demê beşekê wê qadê dewrî Kizilayê kiribûn. Her wiha çewlikeke hespan ava kiribûn. Niha jî neguhêzbarên şaredariyê dewrî DBB’ê kirine. Anku cihên di nava parkan de, cihên me yên aydê Yenîşehîrê dewr kirine. Di vê pêvajoyê de qada me ya şitlan dewrî DBB’ê kirine. Restouranta şaredariyê hebû. Em hîn bûn ku milkê wê firotine xwe û firotina wê jî bi rêbaza îhaleyê kirine. Ji hewceyî zêdetir wesayît kire kirine, nêzî 900 karker girtine û di asta kadroyan de karker girtine kar. Her tiştek li ser van xebatan xuya dike. Niha jî erdên girêdayî şaredariyê difiroşin. Heta van erdan bi teqsîdan difiroşin. Divê hemû kes li dijî van sepanan derkevin. Belê rast e qeyûm avêtin ser şaredariyan û bûn xwediyên wan avahiyan. Lê belê dê nekarin bi tu awayî vîna gel teslîm bigirin. Divê em tevî gelê xwe, xwedî li pêşeroj û xaka xwe derkevin. Şaredarî cihê gel e. Kesek nikare milkê şaredariyê bifiroşe şexsan. Em ê tevî gelê xwe hesaba vê ji wan bipirsin.”    MA / Mûjdat Can