Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin 2022-06-11 10:51:28   AMED - Hevalên me yên xebatê ku 4 roj in di binçavan de ne di peyama ku şandin de bi gotina “Em li ser piya ne” banga piştevaniyê kirin.    Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk jî di nav de 20 jê rojnamevan 21 kes ji 8’ê Hezîranê ve di bin çavan de ne.    Biryara “sînordarkirinê” ya ser dosyaya rojnamevanan berdewam dike. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk bi rêya parêzerên xwe peyamek şandin.    ‘ROJNAMEVANÎ NE SÛC E’   Altan, di peyama xwe de diyar kir ku êriş li çapemeniya azad hatiye kirin, desthilat dixwaze rastiyan ji gel veşêre û wiha got: “Desthilat hebûna xwe bi veşartina rastiyan a ji gel didomîne. Ji ber wê yekê dezgehên çapemeniyê hedef tên girtin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi van operasyonan hewl dide bêhiqûqiyên xwe, pêkanînên derveyî mirovahiyê ji gel veşêrin. Bi binçavkirin û girtina rojnamevanan ragihandina rastiyan a ji gel re nikare were astengkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad bi van pêkanînên derveyî hiqûqê nikarin bên bêdengkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad her tim rastî gotin û wê niha şunde gotina rastiyan bidomîne. Rojnamevanî ne sûc e.”   ‘DESTHILAT JI JINÊN ROJNAMEVAN DITIRSE’   Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk jî bi lêv kir ku ji zextên li ser xebatkarên çapemeniya azad re ne biyanî ne û wiha got: “Desthilat û daraz her çiqas bi ser kevneşopiya çapemeniya azad de werin jî dixwazin destnîşan bikim ku em li ser piyan e. Em ji rastiyan hêz digirin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi daraza xwe bi helwest û pêkanînên xwe nikare ji karê me re bibe asteng. Em rojnamevan in. Desthilat û daraz nikare karê me diyar bike. Nikarin biryar bidin ku em rojnamevan in an ne rojnamevan in. Bi gotina wan a ‘ne rojnamevan in’ em ji rojnamevaniyê dernakevin. Rojnamevaniya jin a kurd gaveke nû destnîşan kir. Jinnews ajanseke ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn rojnamevaniya jin a bi bandor dike ye. Roja ku rojnamevaniya jin a kurd xwe birêxistin dike ve desthilat zextê li rojnamevanên jin dike. Yek ji sedemê van operasyonan jî ev e. Ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku karê em dikin rêya em tê de ne rast e û em ji vê yekê bi bawer in.”