16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin 2022-06-11 10:13:54   STENBOL - Hevserok jî di nav de bi giştî 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin û 6 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, Hevserokên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) Kamîle Kandal û Mehmet Bogatekîn jî di nav de bi giştî 22 endamên komeleyê di 3’yê hezîranê de hatibûn binçavkirin. Endamên komeleyê li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ku li Cehdeya Vatanê ye dihatin ragirtin û biryara nepeniyê bo dosyayên wan hatibû dayîn. 22 kesên binçavkirî piştî bidawîbûna kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, duh sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.    DAXWAZA GIRTINÊ   Kar û barên îfadegirtinê yên li Edliyeya Stenbolê bi dawî bûn. Piştî îfadeyan, dozgeriyê Makbûle Altintaş, Veysî Yildiz, Bîlal Yildiz, Îlyas Erdem, Halît Karahan, Zelal Coşkun, Şeref Kaya, Ramazan Kirkpinar, Cîhan Kartal, Alî Koçyîgît, Îskan Teker, Songul Kose, Îrfan Hûlakû, Kamîle Kendal, Mehmet Bogakan, Demgul Athan, Suleyman Yildiz, Kiyasettîn Cuheylan, Erhan Ors, Nûrhayat Koçyîğît û Mehmet Baran jî di nav de 21 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê’ û bi daxwaza girtinê, parêzer Pinar Konak jî bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê kir.    Parêzer Pinar Konak û Suleyman Yildiz, Îskan Teker, Alî Koçyîgît, Şeref Kaya û Nûrhayat Koçyîgît piştî îfadeya li dadgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 16 kesên din jî hatin girtin.