Li Şirnexê 8 kes hatin berdan 2022-06-10 21:19:43       ŞIRNEX – Li Şirnexê ji 18’ê kesên ku hatibûn binçav kirin 8 kes hatin berdan.   Di 8’ê Hezîranê de li navenda Şirnexê û gundên wê Avgamasya, Nerêx, Sirêrehlê û avahiyên Afet polis û cendirmeyan bi ser gelek malan de girtibûn û di serdegirtinê de 18 kes binçav kiribûn. Hat hînbûn ku ev eks ji be rîfadeyên "şahidên veşarî" hatine binçavkirin. Piştî îfadeya li qereqolê îro ji kesên binçavkirî 8 kes sewqî Edliyeya Şirnexê kirin. Nîhat Ustun, Saît Ustun, Adil Ustun, Abdurahman Altay, Salîh Ceylan, Halîd Gungen, Emîn Mungan û Şoreş Akil bi şerta edlî kontrol serbest hatin berdan.    Her wiha dema binçavkirina Hacî Ustun jî heya 4 rojan hat dirêjkirin. Hat diyarkirin ku îfafeya Omer Gulenç, Îbrahîm Kilinç, Emîn Kulter, Naîm Tunç û 5 kesên ku navê wan nehat hînbûn dewam dike.