ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin 2022-06-10 16:47:33   STENBOL - ESP’a ji bo Meşa Gemlîkê banga tev li bûnê kir wiha got: “Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan were şikandin em jî dê di 12’ê Hezîranê de li Meşa Gemlîkê bin.”   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED), ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî salekê ye agahî jê nayê girtin wê di 12'ê hezîran ê de bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê em ji bo azadiya Ocalan dimeşin Gemlîkê” Meşa Gemlîkê li dar bixin. Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkildarî meşê daxuyanî da.    ESP’ê bi bîr xist ku saleke zêdetir e ji Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin agahî nayên girtin û hate diyarkirin ku bi tecrîdê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tê armanckirin.    ‘EM Ê LI GEMLÎKÊ BIN’   ESP’ê, bi bîr xist ku wê li dijî tecrîda ser Ocalan di 12’ê Hezîranê de meşek were lidarxistin û wiha got: “Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan were şikandin û têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê kurd bê mezinkirin em jî dê di 12’ê Hezîranê de li Meşa Gemlîkê bin. Em bang dikin ku hemû kedkar û bindestên piştevaniya azadiyê, kedê û wekheviya gelan dikin tev li vê meşê bibin.”