Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin 2022-06-10 15:07:38   ÎZMÎR - Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk ku ji bo meşa dê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan pêk were banga tev li bûnê kir wiha got: “Em bi hev re tecrîdê bişikînin, ber bi azadiyê ve bimeşin.”   Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Egeyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TÛHAY-DER), beriya Meşa Gemlîkê daxuyanî dan. Di civîna li Rêxistina HDP’a Bajêr hate lidarxistin de pankarta “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo azadiyê biparêzin em diçin Gemlikê” daliqandin.    Hevseroka HDP’a Bajêr Berna Çelîk a li ser navê saziyan daxuyanî da, diyar kir ku desthilatê Tirkiye xistiye nava krîzeke kûr de û anî ziman ku sedemê van krîzên pergalî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Çelîk, destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kur tê wateya aştî û aramiya were li welat û wiha got: “Birêz Ocalan ê di ferqa van hemû lîstik û xetereyan ji sala 1999’an ve bi perspektîfa têkildarî pirsgirêka kurd pêş xistiye de hewl da polîtîkayên desthilatê yên şer vala derxîne. Di 23 salên li Îmraliyê de li dijî her cure fikir û bîrdoziyên li dijî civakê berjewendiyên civakê parastin û hêj jî diparêze.”   LI DIJÎ SIYASETA ŞER POLÎTÎKAYA JIYANÊ   Çelîk, bal kişand ku di serdemên ku rêya diyalogê vekirî de li Tirkiyeyê çanda demokrasiyê pêş ketiye û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê em dibêjin ku sekna li dijî tecrîda li Îmraliyê, sekna têkildarî rêbazên aştiyane û çareseriya demokratik a di pirsgirêka kurd e. Ev helwesta civakî tê wateya parastina pêşeroja demokratîk û hevpar a gelan. Ji ber vê yeke divê em li dijî pergala îşkence û tecrîda mutleq a li Îmraliyê weke etîk û hiqûqî em vê îtîrazê zêdetir belav û berfirehtir bikin. Em li dijî siyaseta şer û tecrîdê ya desthilatê polîtîkaya jiyanê ya hemû nasnameyan û xwezayê diparêzin.”   BANGA TEVLIBÛNÊ    Çelîk, bi bîr xist ku ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dubare dikin ku em li dijî vê rewşê bifikarin û qebûl nakin. Bi armanca ku em van fikar û îtîraza xwe binin ziman em ê di 12’ê Hezîranê de bi dirûşmeya ‘Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo azadiyê biparêzin em diçin Gemlikê’ meşekê li dar dixin. Em bang dikin ku hemû derdorên hestiyar, hêzên dost û rayagiştî ya demokratik piştgiriyê bidin meşa me ya Gemlîkê. Em jî weke Herêma Egeye roja Şemiyê saet di 19.00’an de li avahiya partiya xwe ya Bayrakli-Yamanlarê bên gelhev û tev li meşê bibin. Em hemû gelê xwe yê Îzmîrê û sazî û dezgehên demokratik vedixwînin ku piştgiriyê bidin me. Em bi hev re tecrîdê bişikînin, ber bi azadiyê ve bimeşin.”   Berdevkê Meclîsa HDK’ê yê Îzmîrê Sabrî Gul jî wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan ne li ser kesekî ye li ser civakê ye. Di vê erdnîgariyê de tecrîd dibe sedemê şer, komkujiyên jinan, binçavkirin û girtinan. Ev hemû ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan in. Azadiya Ocalan azadiya civakê ye. Em li bendê ne ku gelê me tev li meşa ku di 12’ê Hezîranê de pêk were.”