Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin 2022-06-10 14:14:11   AMED - Ji ber ku îmajên xerab ên harddîsk a cînayeta Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ji TUBÎTAK’ê re hatine şandin, venebûn.    Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de dema li Sûr a Amedê daxuyanî dida, hate qetilkirin. Têkildarî cînayeta Elçî doz hatibû vekirin û ji bo lêkolînkirinê, îmajên harddîskê ji Saziya Lêkolînê ya Zanist û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (TUBÎTAK) re hatibûn şandin. Derket holê ku îmajên xerabe ji TUBÎTAK’ê re hatine şandin. Yek ji delîlên herî girîng ên di dosyaya cînayeta Elçî de ev îmajên harddîskê ne. Ji ber ku harddîskên xerabe bûn, dadgehê ji bo lêkolînkirinê şandibûn TUBÎTAK’ê. Dadgehê, di rûniştina berê de dîmenên aydê kamerayên Şaxa Midûriyeta PTT’ê ya Balikçilarê û kargeha Mardînkapi Kebapeviyê ji TUBÎTAK’ê re şandibûn. Di danişîna di 12’ê çileyê de derket holê ku îmajên ji TUBÎTAK’ê re hatine şandin, vala ne.    DAXWAZA DUYEMÎN   Li ser vê yekê, dadgehê ji bo lêkolînkirina îmajên kamerayê cara duyemîn ji TUBÎTAK’ê xwest. Lê belê TUBÎTAK’ê nekarî îmajên qeydên kamerayan ên hatine şandin, veke. TUBÎTAK BÎLGEM’ê têkildarî mijarê di girteka xwe de wiha got: “Harddîsk a bi kapasîteya 3TB a bi hejmara 23DEEPVGS TZ6 a bi marqeya Toshiba ku ji navenda me re (TUBÎTAK-BÎLGEM) hatiye şandin, di çarçoveya daxwazê de hatiye kontrolkirin. Lê belê ji ber ku xerabe bû, me nekarî xwe bigihînin naveroka wê.”    DÎMENA HEJMAR 4   Têkildarî mijarê endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amedê û yek ji parêzerên dozê Mahsûn Bati axivî û ev tişt anî ziman: “ATK’ê ne dîmenên resen lê îmajên wê lêkolîn kirin. Heta ku dema ji van îmajan îmaj dihatin girtin, xeletî çêbûne. Cara duyemîn e ku ev tişt pêk tê. Kamerayên resen li wir in. Ji bo ma ya girîng, kameraya Hejmar 4 a Mardînkapi Kebapeviyê ye. 3 kamerayên vê kargehê vedibin lê tê gotin ku kameraya hejmar 4 a cihê bûyerê dibine nexebitiye. Di îmajên kamerayan ên di demên berê de ji ATK’ê re hatine şandin de hat gotin ku kamerayê dîmen nekişandiye. Nayê zanîn bê ka destwerdanek li dijî kamerayê hatiye kirin an na. Ev yek jî dê di encama lêkolînan de diyar bibe. ATK’ê ev mijar vekoland û di rapora xwe de got ku kamerayê qeyd negirtiye. Em jî bi alîkariya teknîkî ya ji derve hewl didin hîn bibin bê ka vê kamereya Hejmar 4 dîmen girtiye yan na. Lê rapora ATK’ê jêbawer nayê. Dibêjin her sê kamerayên din dîmenan digirin lê tenê kameraya ku cihê bûyerê dibîne dîmen nekişandine. Ev tiştekî rasthatî nîne. Bo me ya girîng, kameraya Hejmar 4 e. Ji ber ku di mijara ronîkirina vê cînayetê de bandora wê dê gelek be.”