KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir 2022-06-10 13:34:42   ENQERE - KESK û sendîkayên girêdayî wê, ji bo rojnamevanên ku li Amedê di serdagirtina malan de hatine binçavkirin, serdana piştgiriyê li ajansa me kir.    Di çaroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê  ya 8’ê nîsanê di derbarê rojnamegeran daye destpêkirin û 20 jê rojnamevan 21 kes hatin binçavkirin. Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî wê ji ber zext û binçavkirinên li dijî rojnamevanan û saziyên wan serdana piştgiriyê li Nunertiya ajansa me ya Enqereyê kir. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Serokê Giştî yê Sendîkaya Milê Çandinî, Daristan, Hawîrdorê û Sewalkariyê ya Cemaweriyê (Tarim Orkam-Sen) Ahmet Keleş û gelek rêveberê KESK’ê tevli serdana piştgiriyê bûn.    Bozgeyîk operasyonên li dijî rojnamegeran tên meşandin wek xitimandina desthilatê ya beriya hilbijartinê û têkçûna polîtîkayên şer nirxand û got ku ew dê tim li cem rojnamegerên rastî zextan tên bisekinin.    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jî anî ziman ku  ev 32 sal e rojnamegeriyê dikin û di vê rêyê de ji 50 zêdetir hevalên wan dema ku karên xwe dikirin hatin qetilkirin. Aykol da zanîn ku tevî zext û zordariyan jî ew ê karê xwe bidomînin.